Xalîçeyên kevin di destê jinan da bûn berhemên hunerê

Kars
CUNEYT ÇELİK - Li Qersê jin xalîçeyên kevn, xilmet û rizyayî vediguhêzin û dikin berhemên hunerî.
Di kursa ku di bin banê Navenda Perwerdeya Gel a li bajêr da ya ku bi pêşengiya Rêveberiya Giştî ya Hînbûna Jiyan Seranserê Jiyanê ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî, hatiye vekirin, 22 jin perwerdeyê dibînin.
Jinên beşdarî kursê dibin ji bo paşda veguhêzîna xalîçeyên kevn û xilmet xebatê dikin. Jin pêşî xalîçeyan paqij dikin, wan dibirin û sererast dikin paşê bi sitaylên nû tabloyan ji wan çêdikin.
Jinên navborî hinek ji wan tabloyê ku çêdikin dibin li malên xwe weke dekor dadiliqînin û hinekan jî bi rêya pêşangehên ku li dar dixin, yan jî li ser medyaya civakî difiroşin û dahatê pê bi dest dixin.
- "Em xalîçeyên avêtî, paşda vediguhêzin û bi kar tînin"
Perwerdîgara kursê Evrîm Aydemîr ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku di kursa ku di bin banê Navenda Perwerdeya Gel da hatiye vekirin, perwerdeyê didin 22 kursiyeran.
Aydemîrê destnîşan kir ku îsal di gelek beşên hunerên destî da kursan didin û got, "Em niha xalîçeyên kevnik û rizyayî bi kar tînin. Bi xebata azad a li ser tîpên elifbêya erebî em xalîçeyên xwe dibirin. Em wan xalîçeyan paşda dizivirînin û xebatê li ser wan dikin. Em bi staylên ku di serê xwe da çêdikin li ser wan cîbicî dikin. Em şikil didin xalîçeyan û paşê em tîpên xwe yên erebî destnîşan dikin û bi lazerê dibirin û em boyax dikin. Kêfa kursiyeran tê ku tiştê teze tên çêkirin. Bi vê ra jî ji aboriya malbatê ra dibin piştevan."
- "Me dît ku xalîçeyên avêtî dikarin xaniyên me rengîn bikin"
Canan Ulucutsoya kursiyer destnîşan kir ku ji dêvla ku xalîçeyên kevnik biavêjin wan jinûva dixemilînin, em yan wan li malên xwe dadiliqînin yan jî difiroşin û wiha pê da çû:
"Me dît ku xalîçeyên avêtî dikarin xaniyên me rengîn bikin. Em wan bi tîpên erebî va dixemilînin û dikin tablo. Em wana li malên xwe li kargehên xwe dadiliqînin. Dibin eşyayeke dekoratîf, me encamên baş sitandin."
Nazlican Yilmazê jî diyar kri ku ji bo xwe pêşva bixîne dest bi kursê kiriye û karên baş kirine û got, "Ez fîzyoterapîst im lêbelê di wextên xwe yên vala da ez têm kursê. Him em fêrî tiştên nû dibin û him jî em şiyanên xwe yên motor pêş dixînin. Ev ji bo gelekî baş e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.