Çand û huner

Vexwendina fermî ya pêşangeha ewil ya Îstanbul Photo Awards 2025an li Enqereyê hat kirin

Abdullah Sarica, Büşranur Keskinkılıç, Buğrahan Ayhan  | 09.07.2025 - Rojanekırın : 15.07.2025
Vexwendina fermî ya pêşangeha ewil ya Îstanbul Photo Awards 2025an li Enqereyê hat kirin

Ankara

 Bi mazûvaniya Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz, vexwendina fermî ya pêşangeha ewil ya "Îstanbul Photo Awards 2025"an pêşbaziya wêneyên nûçeyan ya navneteweyî ya AAyê, li CSO Ada Ankarayê hat kirin.

Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Serdar Karagoz di vekirina bernameyê da axivî û got ku her wêneyên di pêşangehê da şahidê bûyer û hestekê ne.

Serdar Karagoz destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê bi arşîva ku ji 13 milyonî zêdetir dîmenan pêk tê vê berpirsyariyê bi cî tîne û wiha got, "AAyê di şerê Sûriyeyê 100 hezar, di şerê Rûsya-Ukraynayê da 150 hezar û di pevçûnên Îran-Îsraîlê 3 hezar wêne li dinyayê belav kir."

Karagoz diyar kir ku ev tenê nîne, Ajansa Aanadoluyê di hezaran bûyerên girîng da dem û kêliyên taybet ji dinyayê ra ragihandiye.

"Wêneyên bi qasî 2 hezar wênegiran hatin nirxandin"

Serdar Karagoz destnîşan kir Îstanbul Photo Awards balê dikişîne ser keda wênegirên ku di nav şert û mercên dijwar da karê xwe dikin û wiha peyivî, "Îstanbul Photo Awards ji destpêkê heya îro bûye platformeke global ku bi serlêdana bi qasî 20 hezar wênegiran bi tevahî 206 hezar wêne hatine tomarkirin. Di pêşbirka îsal da ji hemû dinyayê 22 hezar wêne hatin. Ji Brezilyayê heta Nepalê, ji Kanadayê heta Nîjeryayê helbet ji Filistîn û Japonyayê ji çar aliyên dinyayê wêne beşdar bûn. Juriya me ya ku di wênegiriyê ya navneteweyî da bihêz e, yek bi yek wêne nirxandin. Di 10 kategoriyên cuda da wêneyên nêzî 2 hezar kesî hatin nirxandin."

Midûrê Giştî yê TRTyê Mehmet Zahid Sobaci, Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê AAyê Yusuf Ozhan, Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Oguz Enis Peru, Koordînatorê Produksiyon û Weşanê yê AAyê Oguz Karakaş, Koordînatorê Weşan û Akademiyê yê AAyê Yahya Bostan, Balyozê Çînê yê Enqereyê Ciang Şuebin, Balyoza Panamayê ya Enqereyê Karina Cecilia Arias Fonseca de Giannotti û Balyoza Bosna Hersekê ya Enqereyê Mirsada Colakovic, akademîsyen û ji qada navneteweyî û wênegiriyê gelek kes beşdarî bernameyê bûn.

- Heta 20ê Tîrmehê wê ji bo ziyaretê vekirîbe

Di pêşangehê da di nav da berhemên xelatgirtî jî 150 wêne hatin nîşandan.

Ji bo agahiyên derbarê wêneyên xelatgirtî meraqdar dikarin li ser navnîşana "istanbulphotoawards.com"ê bigihên agahiyan.

Îsal sponsoriya ragihandinê ya pêşbirkê Turkcell dike, her wiha Serokatiya Ajansa Koordînasyonê û Hevkariya Tirk sponsoriya çalakiyên li dervayî welat û Rêhewayên Tirk jî wekî sponsorê ragihandinê yê qismî piştgiriyê dide.

Pêşangeh heta 20ê Tîrmehê wê dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın