Çand û huner

Vê hefteyê dê 6 fîlm bikevin vîzyonê

Fîlma bi navê "Tenê Serê Xwe" ya ku John Hyams derhênerê wê ye behsa hewla xilasbûna ji kulûbeya jineke piştî ku mêrê wê mir hat revandin lê dihat girtin dike

Elif Irmak  | 15.10.2020 - Rojanekırın : 18.10.2020
Vê hefteyê dê 6 fîlm bikevin vîzyonê

Istanbul

 Li sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlm dê bikevin vîzyonê.

Fîlma bi navê "Tenê Serê Xwe" ya ku derhênerê wê John Hyams e û Jules Willcox, Marc Menchaca, Anthony Heald û Jonathan Rosenthal lîstikvanên wê ne dê bikeve vîzyonê.

Senarîstê fîlma cureyê ragêşiyê Mattîas Olsson e û behsa hewla xilasbûna ji kulûbeya jineke piştî ku mêrê wê mir hat revandin lê dihat girtin dike.

- "Yên Li Pey Mane"

Derhênerê "Yên Li Pey Mane"yê Aîslîng Chîn-Yee ye û Heather Graham, Sophie Nelisse, Jodi Balfour, Charlie Gillespie û Tameka Griffiths serlîstikvanê fîlmê ne.

Fîlma ji hêla Kanadayê va hatiye çêkirin çîroka du jinên ku mecbûr mane bi hev ra bijîn dike.

- "Polaroîd"

"Polaroîd"a ku Kathryn Prescott, Tyler Young, Samantha Logan, Keenan Tracey û Priscilla Quintana lîstikvanên wê ne dê bala meraqdarên rageşiyê bikşîne.

Derhênerê fîlmê Lars Klevberg e û di fîlmê da behsa bi awayekî tirsnak kuştina herkesê ku wêneyên wan bi wênekêşa polaroîd a kevin hatiye kişandin dike.

Blarîs Butlerê pêşkêşvanê têlevîzyonê yê Amerîkayî senaroyaya fîlma ku Amerîka, Kanada û Norwecê bi hev ra çêkir nivîsandiye.

- "Girên Cot: Di Agir da Bi min ra Bimeşe"

Fîlma Girên Cot: Di Agir da Bi min ra Bimeşe ya Davîd Lynch a ku di sala 1992yan da hatiye çêkirin dê dîsa derkeve pêşberî temaşevanan û Sheryl Lee, Ray Wise, Madchen Amick, Heather Graham û Dana Ashbrook serlîstikvanên fîlmê ne.

- "Otobana Winda"

Fîlma "Otobana Winda" ya ku Bill Pullman, Patricia Arquette, John Roselius û Michael Massee lîstikvanên wê ne û di sala 1997an da hatiye çêkirin dê di şert û mercên pandemiyê da dîsa bikeve vîzyonê.

Fîlma ku yek ji klasîkên surreal ên Davîd Lynch e behsa çîroka muzîsyenekî ku bi kuştina xanima xwe tê sûcdarkirin yê ku jiyana wî û kesên din dikeve nav hev û wext nediyar dibe dike.

- "Avahî"

Derhênerê "Avahî"ya fîlma tirsê ya xwemalî Orçun Behram e û Îhsan Onal, Gul Arici, Levent Unsal, Enis Yildiz û Işil Zeynep serlîstikvanên fîlmê ne.

Fîlm li ser peywirdarekî apartmanê ye ku bûye şahidê mirina ji nişka va ya karmendekî dewletê yê ku ji bo avakirina pergala weşana nû ya ji bo kontrolkirina çapemeniyê hatiye li avahiya lê dijî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın