Çand û huner

Vê hefteyê 6 fîlm dikevin vîzyonê

Hilal Uştuk  | 04.08.2022 - Rojanekırın : 07.08.2022
Vê hefteyê 6 fîlm dikevin vîzyonê

Istanbul

Vê hefteyê di eywanên sînemayê yên welêt da yek jê xwemalî bi tevahî wê 6 fîlm wê bên weşandin.

Fîlma "Bullet Train" (Trêna Xurt) ya ku Brad Pittê lîstikvanê Hollywoodê di rola sereke da dileyîze ji alî Davîd Leîtch va hatiye kişandin. Tevlî Pîtt, Joey King, Aaron Taylor Johnson û Brian Tyree Henry jî di fîlmê da cî digirin.

Di fîlmê da qala kesên li Tokyoyê di trênê da dixwazin hev bikujin dike.

- Fîlmên tirsê yên vê hefteyê

Di fîlma tirsê ya bi navê "The Unborn" (Ji Dayiknebûyî) ku Tal Lazar derhênerî kir da Manni L. Perez, Chris Bellant, Jesse R. Tendler, Brian David Tracy, Clifton Samuels, Carys McGrory, Deborah Stile, Dameka Hayes, Richey Nash û Asher Edgecliffe Johnson dileyîzin.

Chris Beyrooty, Dean Law, Ariel Luque, Jiwon Moon, Daniel J. Phillips, Dean Puckett û Nicolas Onetti derhêneriya fîlma "Pirtûka Sor" kirin û tê da wek lîstikvan jî Valeria San Martin, Agustin Olcese, Marlene Pedersen Chauviere ile Bruno Giacobbe dileyîzin.

"Afarid" a fîlma tirsê ya xwemalî ku Umut Kumral Devecîoglu derhênerî kir jî dikeve vîzyonê û tê da Serbay Çelikbaş, Hilal Yazici, Ridvan Arslan û Bermal Karaer cî digirin.

Vê hefteyê wek fîlmên anîmasyon "Doraemon: Şerê Stêrkên Biçûk a Nobitayê 2021" heye û bi derhêneriya Susumu Yamaguchi va hatiye kişandin.

Fîlma anîmasyonê ya din a ku vê hefteyê dikeve vîzyonê jî "Çiykinley" e û bi derhêneriya Toby Genkel û Jens Moller hatiye kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın