Vê hefteyê 5 fîlm dikevin vîzyonê
Istanbul
Li Sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê 1 jê xwemalî 5 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Fîlma "Dune: Gerstêrka Çolê" ku Rebecca Ferguson, Oscar Isaac, Timothee Chalamet, Josh Brolin, Jason Momoa û Javier Bardem tê da dileyîzin, wê were temaşekirin.
Denis Villeneuve derhêneriya fîlmê kiriye û cureya wê macera ye. Fîlm ji ber Duneya pirtûka klasîkên zanist û honakê hatiye çêkirin û tê da qala gerdûna Dune û bûyerên ku tên serê lehengê sereke Paul Atreides tê kirin.
- "Minari"
Lee Isaac Chung senaryoya fîlmê nivîsiye û derhêneriya wê kiriye; Steven Yeun, Yeri Han, Yuh-jung Youn, Alan Kim û Will Patton tê da dileyîzin.
Fîlm çêkirina Amerîkan e û tê da qala çîroka malbateke koçber a Koreya Başûr dike. Malbat di salên 1980yî da koçî Arkansasa herêma Amerîkayê dike û li wê derê ji xwe ra çewlikekê ava dike û dest bi jiyaneke nû dike.
- "Annete"
Adam Driver, Marion Cotillard, Simon Helberg ve Rebecca Dyson-Smith di fîlmê da dileyîzin û Leos Carax derhêneriya wê kiriye.
Tê da qala jiyana komedyen û jina wî ya ku hunermenda operayê ye dike. Paşê bi navê Annette keçikeke wan çêdibe û jiyana wan diguhere.
Fîlm çêkirina hevpar a Amerîka, Fransa û Meksîkayê ye û Russell Mael û birayê wî Ron Mael senaryoya fîlmê nivîsiye.
- "Ziyaretkar"
Atakan Şatiroglu derhêneriya wê kiriye û Serhat Goç, Kubra Dînç, Berkay Berkman û Îrem Kok tê da dileyîzin. Vê hefteyê fîlma xwemalî tenê ev e. Tê da qala ciwanekî ku peyê ronîkirina bûyera ku kekê wî tê da kesek kuştiye tê kirin.
- "Robot Ron Pirsgirêkek Heye"
Alessandro Carloni û Jean-Philippe Vine bi hev ra derhêneriya vê fîlmê kiriye û cureya fîlmê anîmasyon e. Tê da qala çîroka Barneyê xwendekarê dibistana navîn dike ku pirsgirêka wî ya sosyalbûnê heye. Barney tenê dikare bi Rona cîhazê dîjîtal ra biaxive û fîlm qala çîroka wan dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.