Vê heftê 8 fîlm wê têkevin vîzyonê

Istanbul
Li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê vê heftê sê jê xwemalî bi tevahî heşt fîlm wê têkevin vîzyonê.
Fîlma "Ji Min Çi Dertê" ku Hazal Kaya, Onur Tuna û Enîs Arikan dileyîzin wê vê heftê têkeve vîzyonê. Derhêneriya fîlmê ji alî Murat Şenoy va hat kirin. Di fîlmê da qala çîroka Sertab Bal a ku di medyaya civakî da jineke navdar e tê kirin.
- "Bide Pey"
Di nav fîlmên xwemalî yên vê heftê da yek jê jî fîlma "Bide Pey" e. Lewra Kaan û hevalên wî di Akademiya Xeyalan da dixebitin û talûkeye heye ku ewder bê girtin û ji bo vekirî mayîna wê hewla nîşan didin di fîlmê da wek mijar pêşkeşî temaşevanan tê kirin.
Di fîlma pêkenok e da Fester Abdu, Cîhan Şîmşek, Şeyda Erdogan, Ecem Sîmge Yurdatapan û Serkan Ercan dileyîzin.
- "Qîrîn"
Di rêzeya fîlma "Qîrîn" (Scream) ê da ev fîlma pêncemîn e ku hatiye kişandin. Di fîlmê da Courteney Cox û David Arquette dileyîzin û derhênerî jî ji alî Tyler Gillett û Matt Bettinelli-Olpin va hatiye kirin.
- "Qralê Berfê Norm 2"
Fîlma anîmasyonê ya ku wek berdewamiya fîlma Qralê Berfê Normê ye da vê carê jî qala çîroka Norm û hevalên wî yên dixwazin berhemên hunerî yên hatine dizîn peyda bikin, dike.
Fîlm bi derhêneriya Richard Finn û Tim Maltby va hatiye kişandin.
- "Kurik"
Derhêneriya fîlma "Kurik"ê Ivan Kavanagh dike, di fîlmê da qala çîroka jinika ji bo kurê xwe bike hewl dide dikin.
Fîlm di cureya dram û tirsê da hatiye kişandin û di fîlmê da Andi Matichak, Emile Hirsch û Luke David Blumm dilîzin.
- "Kod 355"
Derhêneriya fîlma "Kod 355"ê Simon Kinberg dike û di fîlmê da Jessica Chastain, Lupita Nyong'o, Diane Kruger û Penelope Cruz dilîzin.
Di fîlmê da qala sixureke jin a navê "355" e dikin.
- "Belle"
Derhêneriya "Belle"ya fîlma anîmasyonê Mamoru Hosoda dike.
Hosoda fîlma anîmasyon li Studyayê Chîzuyê ya bi xwe ava kiriye kişand.
"Di fîlmê da Suzuya 17 salî ya xwendekara lîseyê ya li gund bi bavê xwe ra dijî di Uya alema onlîne ya 5 miyar bikarhênerên wê hene da bi navê Belleyê tê naskirin û bina û deng dibe. Suzu li vê derê bi cinawerekî ra nasya xwe dide hev û pê ra li alema Uyê macerayan dijî."
- "Perdeya Cinan"
Derhêneriya fîlma "Perdeya Cinan" Tayfun Can Demîrtaş dike. Di fîlmê da qala serpêhatiyên Arzu û Bora dikin. Arzu o Bora li ser mijarên cinan dixebitin.
Di fîlmê da Rabia Cemre Kaya, Mert Kara û Fuat Başarili dilîzin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.