Çand û huner

Turîst eleqeyê nîşanî Çiyayê Xweyê didin

Çiyayê Xweyê yê li Tuzlucaya navçeya Îdirê ji bo turîstên xwecî û biyanî bû rawestgeheke girîng

Haydar Şahin   | 12.08.2019
Turîst eleqeyê nîşanî Çiyayê Xweyê didin

Iğdır

Çiyayê Xweyê yê li Tuzlucaya navçeya Îdirê ji bo turîstên xwecî û biyanî bû rawestgeheke girîng.

Piraniya hewcedariya bi xweyê ya herêmê ji vî çiyayî tê dîtin û di van salên dawîn da turîstên xwecî û biyanî eleqeyê nîşanî ciyê didin. Ji ber ku bi salan ji ciyê xweyê derdixin şiekft çê bûne, ziyaretvanên li şikeftan digerin û cemelîkên xoyê dibînin.

Çiya bû wekî navenda turîzmê ya navçeyê, Şaredariya Navçeyê ji bo ziyaretvan zêde werin dest bi xebatan kir.

Ahmet Saît Sadrettîn Turkanê Şaredarê Tuzlucayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku mekanên turîstîk ên li Tuzlucayê ji bo turîzma herêmê girîng in.

- Kêmasiya danasînê

Turkan destnîşan kir ku turîstên tên herêmê ji hêla çand û turîzmê va tevkariyê didin gelê herêmê û wiha pê da çû:

"Xwedê gelek xweşikahî dane me. Di mijara danasîna vê derê da kêmasiyên me hene. Ji bo vê em piştgiriyê didin projeyên ji bo danasîna herêmê. Mêvanên me Çiyayê xweyê yê ku navê navçeya me ji wê derê tê gelekî diecibînin. Em ê navçeyê didin nasîn û her kes ê navçeya me bibihîze."

Amanta Vorhatsgaya ji Komara Çekê hat Çiyayê Xweyê diyar kir ku wî ev der gelekî eciband û wiha pê da çû: "Em li Ewropayê xwedî şikeftên xweyê nînin. Ya rastî mekaneke wiha dîrokî û kevn tune li cem me. Ev dera gelekî ecêb e. Ji bo ev tiştekê nû ye. Dema vegerin welatê xwe em ê ji hevalên xwe ra qalê bikin bira werin vê derê bibînin."

- "Dema vegerim welêt ez ê vê derê pêşniyaz bikim"

Martînaz Velantaya ji Lîtvanyayê hat ziyareta herêmê jî got dibê her kes Çiyayê Xweyê bibîne.

Velantayê got dibê Çiyayê Xweyê ji bo turîzma tenduristiyê were bikaranîn û wiha pê da çû: "Ev dera baş, di hûndir da pir xoyê heye. Dema ku bîna xwe hildidin fehm dikin. Dema vegerim welêt ez ê vê derê pêşniyaz bikim ku bira werin ziyaretê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın