SIFREYA WELÊT - Kombeya goşt a Osmaniyeyê
Osmaniye
Kombeya goşt ji tehmên sereke yên Osmaniyeyê yek e û şêniyên herêmê û turîst jê hez dikin.
Di çarçoveya Projeya Sifreya Welêt da ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va bi beşdariya Şaredariya Karatayê ji bo danasîna tehmên Tirkiyeyê hatiye amadekirin, li Osmaniyeyê terîfa kombeya goşt a ku li malan pir tê çêkirin, hat vegotin.
Hevîr bi tîrê tê vekirin, paşê xercê hundir ê ku bi qiyme, pîvaz û biharatan hatiye çêkirin, dixin nava hevîr û dipêjin. Şêniyên herêmê vê xwarinê di rojên taybet da çêdikin û didin ber mêvanên xwe.
Şêniyên herêmê turîst ji kombeyê gelekî hez dikin.
Tulay Tekbiyik Barutçuya ku terîfa vî xurekî ji nûçegihanê AAyê ra vegot, diyar kir ku ev xurek ji tehmên Osmaniyeya ku çanda mitfaqa wê dewlemend e, yek e û bi gelemperî di rojên taybet da seba mêvanan tê çêkirin.
Barutçuyê daxuyand, kombeya goşt li gorî daxwazê di nava hevîrê 8, 10 û 12 qatî da jî tê çêkirin, paşê di temsiyê da yan di firinê da yan jî li ser agirê daran tê pehtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
