SIFREYA MEMLEKET - Kebab Tepsiyê ya Hatayê
Hatay
Kebab Tepsiyê ya ji lezzetên Hataya bajarê gastronomiyê, gelekî bala gelê herêmê û geştiyaran dikişîne.
Di yekemîn nûçeya "Projeya Sifreya Memleket" da ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê va bi beşdariya Şaredariya Karatayê ji bo danasîna tehmên welêt hatiye amadekirin, kebaba tepsiyê ya Hatayê ku erdhejên 6ê Sibata 2023an bandor lê kirbû, hat nasandin
Kebaba tepsiyê ku yek ji xwarinên xweş ên Hataya di Tora Bajarên Afirîner a UNESCOyê da, ji aliyê hema hema hemû hostayên xwedîhuner ên li qesab û xwaringehên wî bajarî va bi zirxê tê amadekirin û di nava firinên kevirî da tê pijandin.
Kebaba tepsiyê, bi tehma xwe ya bi biharatan, di serê lîsteya "heta ku hûn nexwin ji Hatayê dernekevin" da ye.
Şef Îhsan Îlkay Narê ku behsa terîfa vê xwarinê ji nûçegihanê AAyê ra kir anî ziman ku kebaba tepsiyê yek ji sembolên herî xurt ên çanda xwarinê ya Hatayê ye.
Nar teqezî kir ku goşt bi zirxê tê amadekirin û bi agirê êzingan tê pijandin ji ber wê ev yek girîng e.
Şef Nar her wiha diyar kir ku kebaba tepsiyê yek ji tehmên dewlemend ên metbexa Hatayê ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
