Çand û huner

Sacheen Littlefeathera ku di Oscarê da xelata Marlon Brando red kir, mir

Sümeyye Dilara Dinçer  | 04.10.2022 - Rojanekırın : 05.10.2022
Sacheen Littlefeathera ku di Oscarê da xelata Marlon Brando red kir, mir

Ankara

Sacheen Littlefeathera ku xelata Marlon Brando red kir, di 75 saliya xwe da mir.

Di Xelatên Akademiyê ku wekî "Oskar" tê zanîn da di sala 1973yan da xelata "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" dan Marlon Brando. Wê demê Brando ji dêvla xwe Sacheen Littlefeather şand, lê Littlefeatherê jî xelat li ser dikê red kir.

Xelatên Akademiyê piştî 50 salan ji Littlefeathera aktora Amerîkayî lêborîn xwest û mirina wê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

Littlefeather ji ber axaftina xwe ya Oscarê bi salan hat rexnekirin. Hat gotin ku penceşêra pêsîrê lê peyda bûye.

Littlefeather di sala 1973yan da derketibû ser dika Oscarê û bûbû xwemaliya Amerîkayê ya ewil ku derket ser dikê.

Dema ku Brando bi rola xwe ya fîlma "Baba"yê xelata "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" qezenc kiribû, merasima Oscarê boykot kiribû û şûna xwe aktivîst Sacheen Littlefeathera 26 salî û xweciya Amerîkan şandibû.

Littlefeather derketibû ser dikê û 60 çirkan xeber dabû û ji dêvla Brando xelat red kiribû.

Littlefeatherê destnîşan kiribû ku di fîlm û têlevîzyonan da ehlê Amerîkayê xerab nîşan didin û ji ber ku bi xelkê Amerîkayê ra peyman kirin, lê bi cih neanî, rêvebiriya Amerîkayê rexen kiribû. Littlefeather piştî axaftina xwe rastî gotinên nîjadperest hatibû.

Xelatên Akademiyê 50 sal şûnda ji Sacheen Littlefeatherê lêborîn xwestibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.