Sûrên dîrokî yên Diyarbekirê bi hedefa ku 5 milyon turîst wê werin ziyaretê tên xemilandin

Diyarbakir
Bircên sûrên Diyarbekirê ku UNESCOyê di sala 2015an da li Lîsteya Mîrateya Dinyayê zêde kir, bi armanca ku 5 milyon turîst wê ziyaret bikin, wê werin xemilandin.
Li navçeya dîrokî ya Sûrê ku li Diyarbekirê mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye, ji bo restorasyona sûrên Diyarbekirê yên ku dirêjahiya wan nêzî 5 hezar û 200 mêtreyî ne, par xebatan dest pê kiribû û ev xebat didomin.
Wexta ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 9ê tîrmehê da bajêr ziyaret kir, diyar kiribû ku armanc ew e ku salê 5 milyon turîst Keleha Zerzewanê û sûrên Diyarbekirê ziyaret bikin. Li ser vê gotinê lez û bez dan xebatên vê derê.
Wezareta Çand û Turîzmê Komîsyoneke Zanistê ava kir û ev komîsyon û Lijneya Şêwirmendan ku ji pisporan pêk tê, xebatên restorasyonê kontrol dikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê seba restorasyonê derket îhaleyê û piştra xebatan dest pê kir. Restorekirina 25 bircan dewam dike. Di nav van da Heft Bira, Selçûqî û Nûr jî hene ku li ser van bircan nivîstek, motîfên heywanan hene.
Hin bircên ku restorekirina wan li ber kutabûnê ye, wê di demeke nêz da seba ziyaretê vebin. Bi tevahî 98 birc hene û jê 73 birc ji bo werin restorekirin projeyên wan hatin amadekirin û seba îhaleyê amade ne.
25 bircên ku tên restorekirin, hatin xemilandin. Piştî ku ji molozan tên paqijkirin, bi restorasyon û ronîkirinê va pir xweşik dibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.