Qesra Îshaq Paşa digel sal û zemanan hê jî li ser xwe ye
Ağrı
Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê digel sal û zemanan hê jî li ser xwe ye.
Qesra ku li herêmê ji bona dîrok û turîzmê gelekî girîng e bi dîrok, avahîsazî û bedewiya xwe ji xeynî geştiyarên xwemalî her sal di serî da dewletên Ewropayê bala gelek turîstên biyanî dikişîne.

Ev qesr 7 kîlomêtro dûrî Bazîdê ye û dişibe hêlîna qertelê. Qesra Îshaq Paşa li ser girekî hatiye avakirin ku tê da mîmariya Osmanî, Selçuqî, Barok û Rokokoyê heye.

Kesên tên serdana qesrê diçin Tirbeya Ehmedê Xanî, Mizgefta Bazîdê û Keleha Urartuyan jî ziyaret dikin.

Qesra ku havînê qerebalixî lê heye sala 2013an da 96 hezar û 858 kes û par jî 226 hezar û 600 kes ezimandiye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
