Çand û huner

Qesra Îshaq Paşa di betlenaya havînê da mazûvaniya kesên ku ji çar aliyê welêt hatine dike

Abdullah Söylemez, Fatih Çekim  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Qesra Îshaq Paşa di betlenaya havînê da mazûvaniya kesên ku ji çar aliyê welêt hatine dike Fatih Çekim

Ağrı

 Qesra Îshaq Paşa ya di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ya li Bazîda navçeya Agiriyê, ji ber betlaneya havînê zêde tê ziyaretkirin.

Ev cihê dîrokî yê di Serdema Laleyan a Osmaniyan da hatiye avakirin, bi avahîsaziya xwe ya bi heybet tevahiya salê bala geştiyarên herêmî û biyanî dikişîne.

Qesr li başûrê navçeyê li ser girêkî ku dişibe "hêlîna bazan" hatiye avakirin.

Kesên tên dîtina qesrê dikarin li mizgeft, ode, birc, tirbe û hewşên hundir û derva bigerin.

Qesr di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û şopên avahîsaziya Osmaniyan, Selçûqiyan, Barok û Rokokoyê di xwe da dihewîne û havînê liv û tevgera lê zêde ye.

Kesên ji seranserê welêt ten vê avahiyê dîrokî, tirba alimê Îslamê Ehmedê Xanî, Keleha Urartuyan, Muzexaneya Ehmedê Xanî û Mizgefta Bazîdê ya Kevin jî ziyaret dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.