Çand û huner

Parlementerên Îngiliz bûn heyranê Girê Mirazan

Parlementerên Îngiliz ên ku hatin Tirkiyeyê Girê Mirazan ê ku di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ziyaret kirin û bûn heyranê wî

Elif Orhan  | 09.08.2019 - Rojanekırın : 15.08.2019
Parlementerên Îngiliz bûn heyranê Girê Mirazan

Şanlıurfa

Parlementerên Îngiliz ên ku hatin Tirkiyeyê Girê Mirazan ê ku di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ziyaret kirin û bûn heyranê wî.

Parlementerên Partiya Mihafazakar a Îngiliz Sheryll Muarray, Davîd Morrîs, Mark Menzies û Davîd Amess wek vexwendiyên Enstîtuya Yunus Emre hatin Rihayê li Girê Mirazan geriyan û ji rayedaran agahî hildan.

Muarraya parlementera Îngiliz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku gelekî ma bin tesîra Girê Mirazan a çend hezar salî.

Muarrayê got ku Girê Mirazan (Gobeklîtepe) ji avahiya Stonehengeya li herêma Wîltshîreyê cuda ye û wiha axivî: "Stonehenge û Girê Mirazan ji hev cuda ne. Kevirên li Stonehengeyê serbest disekinin.Kolanên li vir hêj di destpêkê da ne dema pêş bikevin dibe ku zanyar bi hev ra têkilî danin. Ez pêşniyaz dikim bila mirovên din jî tiştên ku me li vir dîtin bibînin û ji vê tecrubeyê kêm nemînin."

Muarrayê destnîşan kir ku Riha cihekî girîng e û ev gotin: "Tecrubeya me ya vir bi rastî jî gelekî taybet e. Divê hemû mirov bên vir û Girê Mirazan bibînin. Me li vir gelekî qîmet dît, me xwe gelekî ewlehiyê da hîs kir."

- "Cihekî nuwaze ye"

Parlementerê Îngiliz Davîd Morrîs jî diyar kir ku Girê Mirazan cihekî nuwaze ye û got ku avahiya vir ji pîramîtên li Misrê û Stonehengeya li Îngilistanê kevnartir e.

Morrîs da zanîn ku Girê Mirazan ji bo mirovahiyê cihekî girîng e û divê herkes bê û bibîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:"Li vir ji bo mirovahiyê pêngaveke girîng tê avêtin. Ez hemû mirovên li dinyayê vedixwînim Girê Mirazan. Ez pêşniyaz dikim ku mirov piştgiriyê bidin vir. Ev dê bibe alîkar ku rûpeleke nû bê vekirin. Pêngaveke wisa ye ku ji bo derxîstina dîroka bin erdê da maye hatiye avêtin û divê hemû dinya piştgiriyê bide vê. Dema ez li mêvanên vir dinêrim ji welatên cuda ne û der barê ewlehiyê da jî tu pirsgirêk tune ne."

- "Dê gelekî Îngiliz bên Girê Mirazan"

Parlementerê Îngiliz Davîd Amess got ku Girê Miraz a ku çend hezar berê hatiye çêkirin gelek tesîr lê kir.

Amess da zanîn ku divê herkes vir bibîne û dema vegeriya Îngilistanê ji bo ku bên li vir bigerin dê pêşniyazan bide mirovan.

Amess qal kir wisa bawer dike ku bi parvekirinên xwe yên di dema geştê da dê populerîteya Tirkiyeyê ya li Îngilistanê zêde bibe û wiha axivî: "Biqasî ku gelê Tirkiyeyê gelê Îngiliz bixwaze vir dê di pêşerojê da bêtir Îngiliz ji bo dîtina Girê Mirazan bên vir. Dema ez vegeriyam Îngilistanê ez ê teqez pêşniyazî mirovan bikim ku bên û Girê Mirazan bibînin. Hûn dikarin behr, qum, tavê li gelek cihan bibînin lê mirov li kêm cihan dikare bîranîneke 10 hezar sal berê bibîne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.