Muzeya Wanê bi 2 hezar û 551 berhemên qedîm va ziyaretvanên xwe derdixe rêwîtiyeke dîrokî

Van
Muzeya Wanê bi 2 hezar û 551 berhemên qedîm va ziyaretvanên xwe derdixe rêwîtiyeke dîrokî.
Muzeya Wanê di çarçoveya "Bernameya Piştgirîdayînê ya Navendên Cazîbeyê" da li ser qadeke 50 hezar mêtreqareyî hatiye avakirin û 13 hezar mêtreqareyê wê sergirtî ye. Ji bilî berhemên Wanê, gelek berhemên ku ji bajarên herêmê anîne jî di muzeyê da tên pêşandin.
Di muzeya ku li gor hizra muzevaniyê ya hevwext hatiye dîzaynkirin da 2 hezar û 551 berhemên ji serdema Urartû, Roma, Bîzans, Selçûqî, Qereqoyunî, Aqqoyunî û Osmanî mane, tên pêşandin.
Muze ji layê nîşandana berhemên serdema Ûrartiyan va weke "muzeya dewlemendtirîn ya dinyayê" tê qebûlkirin.
Korîdorên muzeyê li gor rêza kronolojîk hatine dîzaynkirin, her wiha di muzeyê da mînyaturên Keleha Wanê, Bajarê Kevin ê Wanê û Dêra Akdamarê hene.
Ji meha rêbendanê vir va hejmara ziyaretvanan derket 100 hezarî.
Midûrê Muzeyê Bulent Demir ji nûçegihanê AAyê ra ragihand, "Di envanterên muzeyê da 43 hezar û 11 berhem hene. Ji van berheman 2 hezar û 551 berhem tên nîşandan. Di sala 2025an da nêzî 100 hezar kesî muze ziyaret kir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.