"Mihrîcana Rêya Çandê ya Diyarbekirê" mazuvaniya mêvanên ku ji bajarên din hatine dike

Diyarbakir
Mihrîcana Rêya Çandê ya Diyarbekirê mazuvaniya mêvanên ku ji bajarên din hatine dike û eleqeyeke mezin dibîne.
Mihrîcana Rêya Çandê ya Diyarbekirê rawestgeha 14emîn a Mihrîcanên Rêyên Çandê yên Tirkiyeyê ye.
Mihrîcan ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê va tê lidarxistin ku ew di roja duyemîn da dewam dike.
Li Îçkaleyê, Qada Daxkapiyê, Xana Hesen Paşa, Kolana Yenîkapiyê, Kolana Gaziyê, hin bircan, Muzeya Arkeolojiyê ya Diyarbekirê, Meydana Mizgefta Kurşunluyê, Mizgefta Mezin, Mizgefta Hezretî Silêman, Hemama Paşa, Dêra Surp Gîragosê, Dêra Keldaniyan, Dêra Dayika Meryemê, Minareya Çar Ling, Muzeya Cahît Sitki Taranci, Pirtûkxaneya Destnivîsên Ziya Gokalp, Muzeya Ziya Gokalp, Medreseya Mesudiyeyê, Pirtûkxaneya Muzeya Edebiyatê ya Ehmed Arif, Karwanserayê, Pireya Deh Derî û Parka Newrozê gelek pêşangeh, muzîk, konser û çalakiyên din tên lidarxistin.
Ne tenê ji Diyarbekirê, ji bajarên din jî gelek kes beşdarî van çalakiyan dibin.
Guney Ugurluyê ji Tunceliyê hatiye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew cara ewil e ku hatiye Diyarbekirê û wiha axivî: "Me berê jî dizanibû ku Diyarbekir bajarekî dîrokî ye. Lê mihrîcan jî bi tesadufî pêk hat. Tevneke wê ya dîrokî heye. Hûn dikarin hemû şaristaniyan li vir bibînin."
Betul Kayaya ku bi hevalên xwe ra ji Hatayê hatiye jî wiha got: "Bi rastî jî bajarekî xwedî dîrokeke dewlemend e. Em niha serdana Suriçiyê dikin. Gelê vir pir baş e. Ji aliyê çandî va bajarekî pir dewlemend e."
Sercan Ozyilmazê ji Edeneyê bi malbata xwe va hatiye Diyarbekirê jî got heke ji wî bipirsin ku piştî Edeneyê ew dixwaze li ku bijî ew ê bibêje Diyarbekir û wiha dewam kir: "Em gelekî baş hatin pêşwazîkirin. Esnaf pir baş in. Îhtiramê didin mêvanên ku ji derva hatine. Herkes dikare bi dilrehetî bê vir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.