Çand û huner

Li Wanê panêla "Qesîdebêjî Di Çanda Kurdî da" hat lidarxistin

Emre Ilıkan, Nevzat Umut Uzel  | 02.11.2023 - Rojanekırın : 11.11.2023
Li Wanê panêla "Qesîdebêjî Di Çanda Kurdî da" hat lidarxistin

Van

VAN (AA) - Enstîtuya Zimanên Zindî a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê panêla "Qesîdebêjî Di Çanda Kurdî da" li dar xist.

Serşêwirmenda Serokomar Gulşen Orhan beşdarî panêla ku li Navenda Çandê ya Cengiz Andiç hat lidarxistin bû û gotar pêşkêş kir.

Orhanê anî ziman ku çanda qesîdebêjî û dengbêjiyê di nava rabirdû û siberojê de weke pirê ne û destnîşan kir ku qesîdebêjî li medrese û dergehên ku perwerde bi zimanê Kurdî bû geşe da û piştre jî di nava gel de belav bû.

Orhanê herwiha bal kişand ser wê yekê ku qesîdebêjî hunerek wisa giring e ku gelek unsûran di xwe de dihewîne û got, "Beriya her tiştî berhemên ku di qesîdebêjiyê de têne xwendin, bi wê yekê ji dengbêjiyê cihê dibin ku ew berhem, xezel û mesnewî ne û di dîwanên hozan û helbestvanên Kurd de derbas dibin. Ev taybetmendiya qesîdebêjiyê jî bûye sedema parastina wê mîrata edebî û ber bi nifşên siberojê ve hatine veguhastin. Herwiha berhemên ku tên xwendin ji ber ku bi awayê mûzîkalî tên îcrakirin kiriye ku di nava gel de formeke nû ya hunerê biafire."

Orhanê tekezî li wê yekê kir ku maweyekê dirêj ziman, çand û muzîka Kurdî hatibû qedexekirin û got, "Tevî ku paşxaneyeke me ya nivîskî ya mezin heye, me hê nû derfet dîtiye ku em wan bixwînin û nas bikin. Bi hîmayevaniya Cenabê Serokomarê me, di pêvajoya van 20 salên dawîn de, li welatê me, li zanîngehên me û di nava civaka weşanê de xwedî li xebatên çandî hat derketin. Bi navgîniya Wezareta me ya Çand û Geştiyariyê em berhemên edebî yên klasîk çap dikin. Em dihêlin ku mîrata me ya çandî têkeve nava jiyana rojane ya gelê me. Ji vê hêlê ve em spasdarê Cenabê Serokomarê xwe û zanyarên xwe ne."

Alîkarê Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Doç. Dr. Yakup Aykaç jî di panêlê de gotar pêşkêş kir û qesîde xwendin.

Di panêlê de Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Prof. Dr. Hamdullah Şavlî û hevjîna wî Duygu Şavlî, Alîkarê Rektor Prof. Dr. Cemîl Goya û mamosta û xwendekarên zanîngehê, beşdar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.