Li Şirnexê "Sempozyuma Îbnul-Esîr El Cezerî yên Bira ya Navneteweyî" qediya

Şırnak
"Sempozyuma Îbnul-Esîr El Cezerî yên Bira ya Navneteweyî" ya ku li Şirnexê hat lidarxistin, qediya.
Di roja duyemîn a sempozyuma ku bi hevkariya Walîtî, Zanîngeha Şirnexê û Odeya Pîşesaziya Bazirganiyê (TSO) li Navenda Çandê û Kongreyê ya 15ê Tîrmehê hat lidarxistin û 5 jê ji dervayî welêt 103 akademîsyen beşdar bûn da pêşkêşiyên ku qala jiyan, berhem û eleqeya bo dîrokê ya biyarên Îbnu'l Esîr El Cezerî dike hatin kirin.
Paşê bi şedariya Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş, Dîroknasê Îslamê Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma, Prof. Dr Adnan Demîrcan, Endamê Lijneya Bilind a Kar û Barên Dînê Prof. Dr. Enbiya Yildirim û Prof. Dr. Huseyîn Guneş rûniştina nirxandinê hat kirin.
Rektor Alkiş got ku sempozyum gelekî rengîn û berhedar derbas bû, zanîngeh di salên dawîn da ji bo vê mînakeke baş e.
Serokê Lijneya Lidarxistina Sempozyumê Guneş jî da zanîn ku di sempozyuma ku ji 100î zêdetir akademîsyenî gotar dan û da zanîn ku di sempozyumê da xalên girîng ên dîrokî hatin qeydkirin û ev dê wek zanîngeh di arşîvên wan da ciheke biqîmet bigire.
Guneş got ku "Ez spasiya hemû akademîsyenên beşdarî sempozyumê bûn dikim. Em ê sibê jî mêvanên xwe şo Cizîra ku bajarê birayên Îbnu'l Esîr El Cezerî ye bigerînin û ew dê li vê cihê dîrokî şahidiya dîrokê bikin."
Alîkarê Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Mustafa Eyyuboglu, Miftiyê Bajêr Orhan Ornek, akademîsyen, xwendekar û welatî beşdarî sempozyumê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.