Çand û huner

Li Silopiyê keç û xortan klîbeke ku tê da stranên Neşet Ertaş dibêjin, amade kir

Mehmet Demirhan  | 25.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Li Silopiyê keç û xortan klîbeke ku tê da stranên Neşet Ertaş dibêjin, amade kir Mehmet Demirhan

Şırnak

ŞIRNAK (AA) - Li Silopiya navçeya Şirnexê di salvegera wefata Hozanê gel Neşet Ertaş ya 13emîn da Ertaş bi klîbê hat bibîranîn.

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Ahîtiyê da xwendekarên atolyeya muzîkê ya Navenda Ciwaniyê ya Silopiyê di çavdêriya mamosteyê muzîkê Zubeyde Tekeşê da klîp amade kir û hem deynê wefayê nîşanî hozanê gel dan hem jî piştgiriya danasîna navçeyê kir.

Di klîba ku hat amadekirin da xwendekaran stranên Neşet Ertaş gotin, cih dan cî û warên dîrokî yên navçeyê, xweşikahiyên wê yên siruştî û Deriyê Sînor ê Xabûrê.

Midûrê Navenda Ciwaniyê ya Silopiyê Gokberk Sumer diyar kir, bi klîba ku di çarçoveya çalakiyên Hefteya Ahîtiyê da hat amadekirin va wan navçe da nasîn û bi rehmet û minet Neşet Ertaş bibîr anî û wiha dewam kir, "Xwendekarên ku keda wan di vê xizmetê da çêbûye, ez tevan pîroz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın