Çand û huner

Li ser birincê sureya Îxlasê nivîsand

Fatih Gazioğlu  | 14.12.2019 - Rojanekırın : 16.12.2019
Li ser birincê sureya Îxlasê nivîsand

Ankara

Omer Faruk Tekînê hunermend bi xêra zeneata xetê ya Gubariyê li ser libeke birincê sureya Îxlasê nivîsand.

Tiştên bi metoda zeneata Gubariyê tên çêkirin bi çavan nayê dîtin. Kesên dixwazin van berheman bibînin divê mîkroskopê bi kar bînin.

Li ser birincê sureya Îxlasê nivîsand

ANKARA (AA) - Omer Faruk Tekînê hunermend bi xêra zeneata xetê ya Gubariyê li ser libeke birincê sureya Îxlasê nivîsand. ( Muhammed Selim Korkutata - Anadolu Agency )

Omer Faruk Tekînê hunermend daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku armanca zenaeta Gubariyê sebr e û wiha axivî:

"Min ji bo vê berhemê ji mûyê gulebûkekê firçeyek çêkir. Ji bo nivîsê min 344 cureyên murekebê têkvedan. Min ji bo têkvedanê jî kalikeke behrê amade kir û bi şikî min nivîsand. Di çêkirina van berheman de kontrola bêhnê jî girîng e. Çimkî nabiza we bêkontrol biavêje yan jî xwelivandineke biçûk dibe berhemê xira bike. Kontrola çav û mîkroskop di vê hunerê da tiştekî gelekî girîng e."

Tekîn got ku ew berhemên xwe li Navenda Hunerê ya Dutluk Konakê ya Şaredariya Keçîorenê pêşkêş dike û wiha dewam kir: "Ciyê ez lê me li avahiyeke 200 salî ye. Berhemên min axlêbe li vir tên nîşan dan. Ez berhemên ku li ser libên birincê çêdikim di fanusên cam de mihefeze dikim. Berhema min ya ku sureya Îxlasê li serê nivîsandiye me şand Medîneyê. Şûna wê me gulek danî ciyê wê."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın