Çand û huner

Li Meletiyê qonaxên dîrokî yên di erdhejê da xesar dîtin dê bên nûkirin

Okan Coşkun  | 19.11.2025 - Rojanekırın : 21.11.2025
Li Meletiyê qonaxên dîrokî yên di erdhejê da xesar dîtin dê bên nûkirin

Malatya

 Li Yeşilyurta navçeya Meletiyê, qonaxên dîrokî yên ku di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên navend Kahramanmaraşê da xesar dîtin, dê bên nûkirin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Yeşilyurtê, ji bo restorasyona qonaxên dîrokî yên tescilkirî yên ku wekî Malên Dîrokî yên Meletiyê tên zanîn, li Yeşilyurt û Gunduzbeyê xebat tên meşandin.

Di vê çarçoveyê da qonaxên dîrokî yên ku wekî "Kolana Lezzetê" tên zanîn dê bi protokola ku bi Midûriyeta Rolove û Abîdeyan a Erziromê ya Wezareta Çand û Turîzmê hat îmzekirin, bên nûkirin.

Îlhan Geçitê Şaredarê Yeşilyurtê yê ku di daxuyaniyê da cih dan nêrînên wî jî, diyar kir ku ew ê cihê qonaxên dîrokî lê ne, bikin navenda çand û turîzmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.