Li Mûşê Mizgefta Murad Paşa ya dîrokî dê dîsa ji bo îbadetê were vekirin

Muş
Li Mûşê Mizgefta Murad Paşa ya dîrokî ya ji hêla Midûriyeta Herêmê ya Weqfan tê restorekirin dê dîsa ji bo îbadetê were vekirin.
Ji bo jinûva çêkirina mizgefta dîrokî xebat hat destpêkirin ku li Taxa Murad Paşa di 1823yan da bi mîmariya Osmanî hatibû çêkirin, lê di 1940î da hilweşiyabû.
Piştî xebatên restorasyonê yên ji hêla Midûriyeta Herêmê ya Weqfan tên meşandin, mizgefta dîrokî dê dîsa ji bo îbadetê were vekirin.
Ali Osman Ayanê Midûrê Herêmê yê Weqfan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku Wezareta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Giştî ya Weqfan li 6 parêzgehan xebatên restorasyonê dimeşînin.
Ayan bal kişand ku bi xebatên restorasyonê va mizgeft li halê xwe yê berê hat vegerandin û xebat bi rêjeyeke mezin temam bûn û her wisa piştî ku mela were peywirdarkirin, mizgeft dê jinûva ji bo îbadetê were vekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.