Çand û huner

Li Mêrdînê cî û warekî 11 hezar û 800 salî hat dîtin

Di xebatên kolanê yên ku li cî û warê li tûma Çemkaya li navçeya Dargeçîtê derxistin holê da binesaziya qenalîzasyonê ya 11 hezar û 800 sal berê û bermayiyên mîmarî yên nêzî 20 avahiyan derketin holê

Elif Orhan  | 07.11.2019 - Rojanekırın : 12.11.2019
Li Mêrdînê cî û warekî 11 hezar û 800 salî hat dîtin

Mardin

 Li Dargeçîta navçeya Mêrdînê cî û warekî 11 hezar û 800 salî hat dîtin.

Li Mêrdîna ku seranserê dîrokê Sumer, Akad, Babîl, Hîtît, Asur, Urartu, Roma, Ebasî, Selçuqî û Osmanî jî di nav da mazûvantiya 25 şaristaniyan kir xebatên kolanê yên dîrokê ronî dikin berdewam in.

Li Taxa Ilisuyê ya navçeya Dargeçîtê li tûma Çemkayê ya li kêleka Çemê Dîcleyê cî û warekî ku dîroka wê digihêje beriya zayînê sala 9 hezar û 800î hat dîtin.

Li cihê ku wek qada sît a dereceya 1em hat tescîlkirin bi ekîbeke ku ji Midûriya Muzeyê ya Mêrdînê û Zanîngeha Artukluyê 15 restorator û arkeolog û 50 karkeran pêk tê xebatên kolanê tên kirin.

Di kolanên ku di çarçoveya "Xebatên ji Bo Belgekirin û Xilaskirina Berhemên Çandî yên di Qada Tesîrkirina Projeya HESê û Bendava Ilisuyê da Dimînin" yên ku bi serokatiya Doktor Ergul Kodaşê Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê tên kirin da binesaziya qenalîzasyonê ya ku kêmzêde 11 hezar û 800 al berê mane û bermayiyên mîmarî yên nêzî 20 avahiyî derxistin holê.

Serokê kolanê Ergul Kodaş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku tûma Çemkayê par tesbît kirin.

Kodaş got ku ji ser tûmê ra 2 rê derbas bûne û gelekî texrîb bûye û wiha axivî: "Cî û war 'Qonaxa Ayê ya heyama neolîtîk a bêfer û fol' ango ji 9 hezar û 800 sal beriya zayînê maye. Li wir hatiye bicîbûn."

Kodaş qal kir ku îsal li herêmê du meh xebatên kolanê hatin kirin û heta niha ji 20î zêdetir bermayiyên mimarî yên avahiyan hatin derxistin.

- "Me karî ku qismekî qenalîzayonê derxînin holê"

Kodaş destnîşan kir ku di kolanê da di nav malan da rastî binesaziya qenalîzasyonê ya herî kevnar a ku dîrokê da tê zanîn hatin û wiha axivî:

"Ev ji bo me jî gelekî balkêş bû. Me di bin dîwarekî da derxist holê. Di serî da me got ku dîwar e lê dema ku kolan pêş ket me dît ku ew qenalîzasyon e. Em di nav avahiyan da rastî binesaziya qenalîzasyonê hatin. Der barê avahiyên qenalîzasyonê yên qonaxa Ayê ya heyama neolîtîk a bêfer û fol da tu jibermayî tunebûn. Me binesaziya qenalîzasyonê ya herî kevnar a ku vê dîrokê da tê zanîn li tûma Çemkayê tesbît kir. Me karî ku qismeke qenalîzasyonê derxînin holê. Me tesbît kir ku li qada bikaranîna hevkar e."

Arkeolog Yunus Çîftçiyê ku di ekîba kolanê da cî digire jî diyar kir ku ji bo heyama bêfer û fol xebatê dikin û wiha axivî:

"Di heyama neolîtîk a bifer û fol û bi cêr da jî qala bermayiyên avahiyeke qenalîzasyonê ya wiha nayê kirin. Ji bo ku av nekeve nav avahiyan li ser erdekî berwar hatiye çêkirin. Em wisa difkirin ku ava baranê û avên bermayî ji ber ku şefil e ber bi Dîcleyê va herikîne. Em dinirxînin ku qenalîzasyon bi vê armancê hatiye bikaranîn."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.