Li Mêrdînê "7emîn Festîvala Zarokan a Xalîçeya Firînê ya Navneteweyî" dest pê kir

Mardin
"7emîn Festîvala Zarokan a Xalîçeya Firînê ya Navneteweyî" ya ku li Mêrdînê tê lidarxistin, dest pê kir.
Di çarçoveya festîvalê da ya ku bi hevkariya Komeleya Li Her Derê Huner û her wiha Sirkhaneyê tê lidarxistin, bi beşdariya muzîkjen û hunermendên sîrkê yên ji welatên cuda va meşa kortejê hat lidarxistin.
Meş ji Taxa Deriyê Diyarbekirê ber bi Meydana Komarê ya Mêrdînê hat lidarxistin û di meşê da pêşandanên akrobatîk hatin kirin.
Di festîvalê da ya ku li baxçeyê Muzeya Mêrdînê dewam kir, bi beşdariya zarokan stran hatin gotin û her wiha hunermendên sîrkê pêşandan kirin.
Pinar Demirala seroka komeleyê û seroka sazkar a festîvalê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, festîvala ku îsal ji bo cara 7emîn tê lidarxistin, pir rengîn dest pê kir.
Demiralê bal kişand ku festîval dê ji sibê û pê va li navçeyan bi ekîbeke ku ji 50 muzîkjen û hunermendên sîrkê yên ji 19 welatan û ji 30 ciwanên Mêrdînî pêk tê, bidome.
Demiralê her wiha destnîşan kir ku bi taybetî ew dixwazin li wan cihan çalakiyan pêk bînin ku zarok nikarin beşdariya festîvalan bikin û wiha dewam kir:
"Li navçeyên Mêrdînê Qiziltepe, Nisêbîn, Dêrik û Dargeçîtê û her wiha li hin herêmên Diyarbekirê em ê çalakiyan pêk bînin. Çalakiyên me hem dê ji bo zarokan û hem jî dê ji bo mezinan be. Festîval dê heya 10ê Îlonê bidome. Armanca festîvalê ew e ku em bîranînên ku xîtabî dil, zêhn û hestên zarokan dikin, bi wan bidin jiyîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.