Li kevnebajarekî 3 hezar salî mozaîkek ku li serê "bila hesûd biteqin" nivîsandî hat dîtin
Antalya
MUSTAFA KURT - Li kevnebajarê Syedrayê li Alanyaya navçeya Antalyayê di encama vekolanan da, mozaîkek bi qasî 15 metroçarçikî, li serê "bila hesûd biteqin" nivîsandî ku tê nirxandin dîroka wê vedigere sedsalên 4 û 6an ên piştî zayinê hat dîtin.
Li wî kevnebajarê ku dîroka wî vedigere nêzîkî 3 hezar sal berê, xebatên vekolandinê di çarçoveya "Projeya Mîrasa Siberojê" ya Wezareta Çand û Geştiyariyê da, di bin serokatiya Endamê Hîndekariyê Fakulteya Geştiyariyê ya Zanîngeha Alaaddin Keykubatê Doç. Dr. Ertug Ergurer, da berdewam in.

Serokê vekolandinê Doç. Dr. Ertug Ergurer ji nûçegîhanê AAyê ra anî ziman ku di encama xebatên vekolandinê yên ku di xaniyekî herî mezin ê bajêr da tê ajotin da berhemên giring bi dest xistine.
Ergurer diyar kir ku li beşa ketina navendê ya avahiyê, mozaîkek pir baş parastî hatiye dîtin û got, "Em hê lêkolînên xwe yên destpêkê li ser mozaîkê dikin, ku ji motîfên geometrîk û cûrbecûr ên kulîlkan pêk tê. Em difikirin ku dîroka mozaîkê vedigere navbera sedsalên 4 û 6ên piştî zayinê."
Ergurer destnîşan kir ku tişta ku wê mozaîka bi qasî 15 metroçarçikî taybet dike, hebûna 2 nivîsên li ser wê ye û wiha domand:
"Li beşa navendî ya mozaîkê, îfadeyek heye ku tê wateya 'xêrê jê bibîne' an jî 'bi şansê baş bikar bîne'. Li beşa deriyê çûna nav odeyê jî, di nava neqşedorhêleke da nivîsek duyemîn heye. Wateya vê nivîsê jî hinekî metaforîk e. Peyva yekem a di nivîsê da tê wateya 'çavnebarî' an 'çavnebar', û peyva duyemîn tê wateya 'teqiyayî, peqiyayî'. Ew bi îfadeya 'bila çavnebar biteqin' ra têkildar e ku em îro jî bikar tînin. Rastbûna îfadeyeke wusa li deriyê avahiyek ku bi qasî 1500 sal berê hatiye çêkirin ji bo me surprîzek mezin bû."
Ergurer destnîşan kir ku mozaîk û avahî bi rêya xebatên restorasyonê têne parastin û diyar kir ku xebatên paqijkirinê dê berdewam in.

