Li Heskîfê dîmenên cihên dîrokî û Arkeoparkê bi dronê hatin kişandin

Batman
Dîmenên cihên dîrokî û Arkeoparkê yên li Heskîfa navçeya Batmanê ya ku mazuvaniya gelek şaristaniyan kiriye, bi dronê ji esman hatin kişandin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya Qaymeqamtiyê peyamek hat weşandin.
Di peyamê da wiha hat gotin: "Vê hefteyê tu ji bo rêwîtiyeke demê ya li Arkeoparkê amade yî? Turbeyên 550 salî, mizgeftên ku hatine veguhastin, kolanên ku ji nû va hatine avakirin… Dîrok li vir dijî. Keşif bike, hîs bike, parve bike."
Dîmenên cihên dîrokî û Arkeoparkê yên bi dronê hatine kişandin jî bi peyamê ra hatin parvekirin.