Li Heranê qalibê nan ê dîrokî yê bi neqşê dîlima peqleweyê hat dîtin

Şanlıurfa
Li Şûnwarê Qedîm Heranê ya ji cih û warên herî kevn ên cihanê ye û di Lîsteya Berwext a Kelepora Cîhanî ya UNESCOyê da ye, qalibê nan ê dîrokî yê bi neqşê dîlima peqleweyê hat derxistin.
Prof. Dr. Mehmet Onalê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heranê û Vekolanên Şûnwarên Heranê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku bi fînansmana Wezareta Çand û Turîzmê û her wiha bi piştevaniya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê di çarçoveya "Projeya Mîrata Seba Siberojê" da xebatên vedanê yên arkeolojîk ên li şûnwarên qedîm berdewam in.
Onal bal kişand ku di dîroka dinyayê da Heran wekî navendeke cîwarbûn û zanistê derdikeve pêş û da bibîrxistin ku qedera 800 sal berê bajar di dema dagiriya Moxolan da hatiye talankirin û wêrankirin.
Onal destnîşan kir ku di nav berateyên li bakurê Mizgefta Mezin a Heranê da ew rastî gelek berheman hatin ku dîrokê ronî dikin.
Onal diyar kir ku di vekolanên Medreseya Heranê da wan, qalibê nan dît û wiha dewam kir, "Gelekî giring e ku berateya bi qasî 40 santîmetreyî bi ber, bi awayekî saxlem hat bidestxistin."
Onal got, berhema dîrokî ya neqişandî, îmze û têgihîştina hunerî ya çêkerê xwe vedihewîne û wiha dewam kir, "Me tesbît kir, ev berhema ku ji heriya sorkirî hatiye çêkirin û her wekî bi dilîmên peqleweyê hatiye neqişandin, wekî qalibê nan hatiye emilandin. Divê qalibekî nan be ku 800 sal berî niha hatiye çêkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.