Çand û huner

Li Hekariyê "5emîn Cîlo Fest"ê dest pê kir

Özkan Bilgin  | 02.07.2023 - Rojanekırın : 07.07.2023
Li Hekariyê "5emîn Cîlo Fest"ê dest pê kir

Hakkari

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê "5emîn Cîlo Fest" a ku li Golên Qeşa yên Satê yên 3 hezar û 400 mêtro bilind e bi beşdariya hezaran kesî dest pê kir.

Golên Qeşayê yên Satê yên li Çiyayên Îkiyakayê yên ku bi biryara Serokomariyê wekî "Parka Neteweyî" hat îlankirin bi saya atmosfera aramiyê ya hat pêkanîn va mazûvantiya fealiyetên çand, huner û sporê dike.

Mihrîcan bi himayeya Walîtiya Hekariyê bi dirûşmeya "Li Hekariyê jiyan heye" îsal cara pêncemîn tê lidarxistin. Tebîethez li Golên Qeşayê yên Satê yên 3 hezar û 400 mêtro bilind hatin bal hev.

Li mihrîcanê çalakiyên wekî raftîng, kano, pêşbaziya pisqiletê, meşa tebîetê, paraşuta berpalê, hilkişîn, kaşûn, snowboard û flyboard tên kirin û kesên beşdarî mihrîcanê dibin di nav dîmena bêhempa a herêmê da wextê xwe derbas dikin.

Walî û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik ji rojnamevanan ra diyar kir ku ji çar aliyê Tirkiyeyê nêzî 15 hezarî mirov beşdarî mihrîcanê bûn.

Akbiyik destnîşan kir ku jimara beşdarvanan her sal zêde dibe û got ku "Kesên ku nekarîn bikevin vir û vegeriyan hene. Em ê salên li pêş me mihrîcanên profesyoneltir, xweşiktir û qerebalixtir bikin. Me got ku 'Li Hekariyê jiyan heye.' Em ji bo ku li paytextê çiyayan vê jiyanê dewlemendtir bikin bi we re bi serokatiya Birêz Serokomarê me, bi piştrigiriya ku wezîrên me da Hekariya me, bi binesazî û sersaziyê, perwerdeyê da, di tenduristiyê da gelekî pêş ketin. Hekarî dibe navenda cazîbeyê ya turîzm, tebîet, werziş, çandê. Di 10 çiyayên ewil da 3 çiyayên me hene. Va ye ev der bi 3 hezar û 400 mêtro bilindahiya xwe va em vir mihrîcana herî bilind a Tirkiyeyê dikin."

- "Hekariyî kêfxweş in, em kêfxweş in"

Akbiyik behs kir ku li bajêr mihrîcana berfê jî li dar xistin û bi hezaran mırov beşdarî mihrîcanê bûn û wiha axivî:

"Li Çiyayên Hekariyê teror û şidet tune, festîval tên lidarxistin, fîlm tên kişandin. Hunermendên me konseran didin. Li Hekariyê jiyan heye, huner heye, şahî heye, kêfxweşî heye. Hekariyî kêfxweş in, em jî kêfxweş in. Şikir ji Xwedê ra li sînorên Hekariyê teror xilas bûye. Ciwan, jin, mêrên Hekariyê, zarokên Zapê nakevin destê xaînan. Ew jî wekî Stenboliyan, wekî Antalyayiyan, Enqereyiyan di hunerê da, di werzişê da, perwerdeyê da jî, di tenduristiyê da jî jiyana xwe kêfxweş û bextewar derbas dikin. Ez spasiya şaredarî, personelên walîtiyê, qaymeqamtî û saziyên eleqedar, Komeleya Kulûba Werzişên Tebîetê ya Qeşa û Golên Satê ya Cîloyê ya Hekariyê ku di lidarxistina mihrîcanê da ked dan dikim."

Akbiyik got ku hunermendên ji hev hêjatir beşdatî mihrîcana bûn û destnîşan kir ku seranserê 2 rojan dê konser, pêşbazî, hilkişînan va wextê xwe xweş derbas bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın