Çand û huner

Li Goristana Selcuqiyan a li Wanê 6 gorên nû derketin holê

Emre Ilıkan, Orhan Sağlam  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 01.08.2025
Li Goristana Selcuqiyan a li Wanê 6 gorên nû derketin holê

Van

 Di encama xebatên vekolan û restorasyonê da li Goristana Selcuqiyan a li Gevaşa navçeya Wanê 6 gorên nû derketin holê.

Li qada ku Gumbeda Helîme Xatunê ya ku beriya niha bi 700 salî hatiye çêkirin û yek ji mezintirîn goristanên Tirk-Îslamî yên li Tirkiyeyê ye, xebatên vekolandin û restorasyonê, yên ku di sala 2022an de bi destûra Wezareta Çand û Tûrîzmê dest pê kirin, berdewam in.

Di kolandinên ku îsal di bin hîmayeya Serokomariyê da li ser Projeya Mîrata Siberojê hat zêdekirin, bi serokatiya Muzeya Wanê, bi şêwirmendiya zanistî ya endamê hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê (YYU) Doç. Prof. Dr. Ercan Çaliş, ji aliyê tîmeke 15 kesî va tê birêvabirin.

Li ser qadeke 50 donimî, bi qasî 1000 kêlikên goran hene ku heta 2.5 metre bilind in û nivîs û motîfên kevneşopî yên li ser wan balê dikişînin. Di heman qadê da îsal nivîsên ku li ser 6 goran hatin dîtin, ji aliyê akademîsyenan va tên deşifrekirin.

Doç. Dr. Ercan Çaliş ji rojnamevanan re got ku di dema kolandinê da tiştên giring hatine bidestxistin û bi qasî 1000 kêlikên goran li herêmê hatine tespîtkirin.

Çaliş diyar kir ku wan di dema xebata îsal da 6 gorên nû derxistine holê ku nêzîka metroyekê dibin axê da mabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın