Li Goristana Meydanê ya Selçûqiyan jimara gorên ku hatin derxistin, ji 10 hezarî derbas bû

Bitlis
Li Xelata navçeya Bidlîsê jimara gorên ku li Goristana Meydanê ya Selçûqiyan di vedanan da hatin derxistin, ji 10 hezarî derbas bû.
Li goristana ku ser 210 donimî ye, bi destûr û piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê xebatên vedan, restorasyon û çêkirina derdorê dewam dikin.
Bi serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Dr. Mehmet Kulaz li goristanê bi xebatên vedanê gor tên derxistin.
Îsal 310 kêlik hatin restorekirin, 28 jê yên zarokan 63 gor hatin derxistin ku qismekî wan li ser rûyê erdê bû û qismekî wan bi temamî ketibûn binê axê.
Di sê salan da 500 gorên nû ji binê axê hatin derxistin û li goristana dîrokî ya ku di Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da ye, jimara goran derket 10 hezar û 500î.
Endamê Hîndekariyê Dr. Kulaz ji nûçegihanê AAyê ra got ku di çarçoveya "Projeya Mîrateya Paşerojê" da li goristana dîrokî xebatên vedanê dewam dikin.
Kulaz daxuyand ku di binê axê da gelek gor hene û wiha dewam kir, "Me îsal li ser qadeke 3 hezar û 400 mêtreqareyî xebat kir û midaxeleyî 310 kêlikan kir. Di çarçoveya vê xebatê da 28 jê gorên zarokan bi tevahî 63 gorên nû hatin derxistin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.