Li Elezîzê di vekolanên arkeolojîk da ciyê perestgeheke 6 hezar salî hat dîtin

Elazig
Li Elezîzê li Gir û Keleha Tadimê di vekolanên arkeolojîk da ciyê perestgeheke 6 hezar salî hat dîtin.
Di serkêşiya Wezareta Çand û Turîzmê da Midûriyeta Muzeyê ya Elezîzê û Midûriyeta Elezîzê ya Çand û Turîzmê li gundê Tadimê li Gir û Keleha Tadimê vekolanên arkeolojîk didomînin.
Li Gir û Keleha Tadimê di encama vekolanên arkeolojîk da ciyê perestgeheke 6 hezar salî hat dîtin.
Midûrê Elezîzê yê Çand û Turîzmê Ahmet Demirdag daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku di serî da Keleha Xarpêtê li Gir û Keleha Tadimê, Keleha Paloyê û gundê Salkayayê bi hevkariya Zanîngeha Firatê xebatên vekolanê tên meşandin.
Ahmet Demirdag destnîşan kir li Gir û Keleha Tadimê xebat par destpêkirin û got ku di vekolanên arkeolojîk da ciyê perestgeheke 6 hezar salî hat dîtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.