Li baxçeyê Neteweyên Yekbûyî replîkaya mîrateya 12 hezar salî tê çikandin

Ankara
Kampusa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê wê êdî mazûvaniya replîkaya kevirên çikandî yên li Girê Mirazan ku mîrateya 12 hezar salan ya Anadoluyê yê, bike.
Bi hewildana Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Karên Derva xebat hat meşandin û wekî temsîla Girê Mirazan kopiya kevirê çikandî yê mînanî Tyê ye û nimreya wê P18 ye û nîvenîv hatiye piçûkirin, wê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va di baxçeyê avahiya NYê da were pêşandin. Girê Mirazan di 2018an da li Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNSECOyê hatibû zêdekirin.
Berhema replîka ji kevirê kilsê hat çêkirin ku wekî "kevirê Rihayê" tê zanîn û hemû kevirên çikandî yên li Girê Mirazan jî ji vî kevirî ne. Kevir ji aliyê arkeologê Rihayî û hêlektraş Ahmet Demirtaş û ekîba va di nêzî 2 mehan da hat traşkirin.
Li baxçeyê NYê danîn û montajkirina replikaya kevirê çikandî duh dest pê kir û li gor planê montaj û serastkirina hawirdorê wê heta 18ê îlonê kuta bibe.
Li gor planê vekirina replîkaya kevirê çikandî yê P18ê wê di pêvajoya Lijneya Giştî ya NYê da di navbera 19-23yê îlonê da bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy were kirin.