Li Bajarê Antîk Darayê mozaîka 1500 salî hat dîtin

Mardin
Li Bajarê Antîk Darayê ku li Artukluya navçeya navend ya Mêrdînê ye mozaîka 1500 salî ku li ser resmê pêl û niquta avê heye, hat dîtin.
Berî 38 salan li Bajarê Antîk Darayê ku li Taxa Oguzê ya 30 kîlometre dûrî navenda bajêr e dest bi xebatên vekolînê hatibû kirin, piştî ku ev xebat xistibûn nav "Projeya Mîrata Paşerojê" ya Wezareta Çand û Turîzmê xebatên li herêmê bêyî navber berdewam kirin.
Li herêma vekolînê heta roja îro bermayiyên dêra nekropol (mezelên komî), seray, agora (çarşî-sûk), zindan, topxane û benda avê hatin tespîtkirin. Li herêmê ji 10 hezarî zêdetir serî yên tîr û qendîlan tevî berhemên ji cam û seramîkê hatin dîtin.
Împaratoriya Romayê ya Rojhilat ji bo sînorên xwe ji êrîşên Sasaniyan biparêze ev bajarê antîk ava kiriye. Li bajêr li cihê agora ye hê jî xebatên vekolînê berdewam in û roj bi roj bermayînên girîng derdikevin ber roniya rojê.
Di çarçoveya xebatên vekolînê yên ku bi serokatiya Muzeya Mêrdînê tên kirin da, li agorayê nêzî 20î dikan û atolye tevî pergala ava vexwarinê ya 1500 salî ku di serdema Romayê da hatiye çêkirin hatin tespîtkirin.
Di vekolînên îsal da jî li texma cihên ku tên texmînkirin wekî xanî û dikan hatine bikaranîn mozaîka 1500 salî ku li ser resmê pêl û niquta avê heye, hat dîtin.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Ayhan Gok got:
"Li qada vekolînê bermayiya nûtirîn ku hatiye kifşkirin ev mozaîk e. Em wisa texmîn dikin ku bi armanca xemilandinê hatiye çêkirin û di xemilandina erda xanî da hatiye bikaranîn. Hema hema qet texrîb nebûye. Em kêfxweş in ku me ji nû va mozaîka 1500 salî ku li ser resmê pêl û niquta avê heye derxist ber roniya rojê. Mozaîk 50 metreqare ye. Emê wekî parçeyek derbixin. Ewê ziyaretvanên xwe cezb bike. Em bawer in ewê hê jî tiştên nûtir derbikevin, li vê derê dîrokeke nuwaze heye. Ji ber vê em giringiyê didin vekolînan."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.