Çand û huner

Li Adiyemanê xebatên restorasyona berhemên weqfê yên ku di erdhejê da zirar dîtine diqede

Orhan Pehlül  | 19.12.2025 - Rojanekırın : 19.12.2025
Li Adiyemanê xebatên restorasyona berhemên weqfê yên ku di erdhejê da zirar dîtine diqede Ali Gazel

Adıyaman

 Li Adiyemanê restorasyona avahiyên dîrokî yên weqfê ku di erdhejên 6ê Sibata 2023an da ku navenda wan li Kahramanmaraşê bû wêran bûn an jî bi giranî zirar dîtin, li ber temambûnê ye.

Xebatên lijneya zanistî ya ku bi mebesta berhemên dîrokî yên di nav Rêveberiya Giştî ya Weqfan a Wezareta Çand û Geştiyariyê da li gor rewşa wan a eslî bên nûkirin, berdewam in.

Di vê çarçoveyê da lijneya zanistî ji bo xebatên restorasyonê serdana Mizgefta Mezin, Mizgefta Kabê, Dêra Mor Petrûs û Mor Pawlûs, Mizgefta Besni Kurşunlu û Gora Mehmûd Ensarî kir.

Lijneya ku ji akademîsyenên ji zanîngehên cuda pêk tê, guncawbûna lêkolînên ku hatine kirin bi raporên zanistî nirxand.

Rêveberê Herêmî yê Weqfan ê Şanliurfayê Mehmet Alî Palalî ji nûçegihanê AAyê ra got ku xebatên restorasyonê yên li ser milkên weqfan ên ku ji erdhejên wêran bûn an jî zirar dîtin, bênavber berdewam in.

Palalî tekezî kir ku avahiyên dîrokî li gorî pêşniyarên lijneya zanistî têne restorekirin û wiha got:

"Ev lijne hem rêberiya me dike û hem jî çavdêriya zanistî ya karê ku tê kirin dike. Xebata li Goristana Mehmûd Ensarî qediyaye. Nêzîkî nîvê dîwarên Dêra Mor Petrûs û Mor Pawlûs hatine çêkirin. Li Mizgefta Mezin a Adiyemanê, em gihîştine rêza 12an a keviran di çêkirina dîwar de; armanca me rêza 20an e. Em hêdî hêdî nêzîkî dawiyê dibin. Bi îzna Xwedê, em ê van hemû karan temam bikin û di nav sala 2026an da ji bo gel vekin. Her wiha em armanc dikin ku Mizgefta Besnî Kurşunluyê di roja yekem a Remezanê da ji bo îbadetê vekin."

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Endazyariya Avahîsaziyê yê Fakulteya Endazyariyê ya Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Sabahattîn Aykaç jî anî ziman ku avahî bi awayekî ku ji erdhejê ra qewî bin, têne nûkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.