Çand û huner

Li Adiyemanê gorên kevirî yên Serdema Romayê û şopên Serdema Bronzî hatin dîtin

Orhan Pehlül  | 22.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Li Adiyemanê gorên kevirî yên Serdema Romayê û şopên Serdema Bronzî hatin dîtin

Adıyaman

 Li Besniya navçeya Adiyemanê di xebatên şûnwarnasiyê da gorên kevirî yên dîroka wan vedigere Serdema Romayê û her wiha şopên nîştecihiyê yên Serdema Bronzî hatin dîtin.

Ekîbên ser bi Rêveberiya Çand û Geştiyariyê ya Parêzgehê ku li çolwara gundê Çomakê xebatê dikin, gihîştin gorên kevirî yên dîroka wan vedigere Serdema Romayê û gorên curbicur digel şopên nîştecihiyê yên Serdema Bronzî.

Rêveberê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku devera navborî ser bi qadeke nêzîkî 50 hektarî va berbelav e û anî ziman ku herêm him bi dewlemendiya dîroka xwe û him jî curbicuriya avahîsaziya xwe balê dikişîne ser xwe.

Alkan behsa wê yekê kir ku ew gorên tesbît kirine, cara yekê li Adiyamanê li wan rast hatine û tekezî kir ku ew gor yên Serdama Romayê ne.

Alkan diyar kir ku qada navborî bi Serdema Romayê va sînordar nîne, di lêkolînên rûberê da şopên nîştecihiyê yên Serdema Bronzî jî tesbît kirine.

Alkan destnîşan kir ku ev rewş nîşan dide ku li herêmê bênavber û pirdemî niştecihbûn çêbûye û got ku ji bo parastina wê herêmê serîlêdanên pêwîst hatine kirin.

Alkan her wiha got ku dema ew qada bi qasî 50 hektarî were tescîlkirin, ew ê bibe mezintirîn qada sîtê ya Adiyemanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.