MÛŞ
Midûriyeta Dezgehên Pêşvebirina Ziraetê ya Berceyê dest bi xebatan kir ku ji laleyên li Mûşê digihêjin ji hêla aboriyê ve feydê bibînin.
Li deşta Mûşê lale bi siruştî, piştî ku hewa germ dibe derdikevin.
Endezyarê Genetîkê yê Midûriyeta Dezgehên Pêşvebirina Ziraetê ya Berceyê Umît Ore daxuyanî da û destnîşan kir ku dê lale jî wek silqan (pazî) ji hêla aboriyê ve feydeyeke mezin bide û dê Mûş di vî warî de bibe navend.
Ore diyar kir ku li dinyayê herî zêde ji sedî 80 lale Li Hollandayê tên çandin û li Tirkiyeyê jî tenê li Konyayê di qadeke ku 400 dekar e lale tên çandin. Ore got ku armanca wan ew e ku li deşta Mûşê laleyên ku mezin dibin ji hêla aboriyê ve bikin tiştekî bi feyde.
Ore destnîşan kir ku ji parastina laleyên ku li Deşta Mûşê mezin dibin û ji bo ku cureyên laleyan adapte bikin projeyek dane destpêkirin û wiha got: "Di destpêkê de em ê cureya laleya ku li deşta Mûşê hêşîn dibe biparêzin û zêde bikin. Ji bilî vê me ji Konyayê 9 cure lale anîn û em hewl didin ku wana atapteyî şert û mercên deşta Mûşê bikin. Ji bo ajotina laleyan me parselên ceribanda amade kirin. Di vî warî de em gelekî pêş ketin. Heke proje temam bû em ê parve bikin."