Çand û huner

Koma Hollywood Vampîresa ku Johnny Depp endamê wê ye li Stenbolê konser da

Fatih Türkyılmaz  | 11.06.2023 - Rojanekırın : 13.06.2023
Koma Hollywood Vampîresa ku Johnny Depp endamê wê ye li Stenbolê konser da

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Koma Hollywood Vampîresê ya ku ji lîstikvanê Amerîkayî Johnny Depp û hunermendên muzîka rockê Alîce Cooper û Joe Perry pêk tê li Stenbolê konser da.

Komê di çarçoveya turneya dinyayê da li Life Pars Stenbolê konser da, berî konsera komê hunermendê muzîka rockê ya Tirk Ogun Şanlisoy derket ser dikê.

Hezkiriyên muzîka rockê eleqeyeke mezin nîşanî konserê dan û demên xweş derbas kirin.

Koma Hollywood Vampîresê ji bo rûmeta stêrkên rockê yên di salên 1970yan da mirin ji hêla Alice Cooper, Johnny Depp û Joe Perry va hat avakirin.

Kom bi organîzasyona Neo Events û Stellarê hat Tirkiyeyê û Johnny Depp di komê da hem stranan distrê, hem gîtara basê, hem rîtm û klavyeyê lê dixe.

Digel albuma bi navê wan albumên komê yên bi navê "Rîse", "Candy From Strangers" û Live in Rio" hene û komê eşkere kiribû ku dê hemû dahata konserê ji bo erdhejzedeyan bibexşînin fona alîkariya erdhejê DECê (Disasters Emergency Committee).

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.