Çand û huner, archive

Ji bo zarokên li gund ser pişta xwe kîtêb birin

Komaleya Huner û Çandê ya Bidlîsê li gundê Hecî Mehmeta girêdayî navçeya Hîzanê li fêrgeha ku ji bo perwerdeya zarokan hat avakirin, pirtûkxane ava kirin.

21.05.2015 - Rojanekırın : 21.05.2015
Ji bo zarokên li gund ser pişta xwe kîtêb birin

BÎTLÎS

 

Li gundê Hecî Mehmet ê girêdayî Hîzana navçeya Bidlîsê welatiyan ji bo perwerdeya zarokan fêrgehek vekirin û Komaleya Huner û Çandê ya Bidlîsê jî li fêrgehê pirtûkxane ava kir. 

Komale bi xebatên ku dike li tevahiya bejêr hewcedariyên dibistanên gundan diyar dike û hewl dide ku van hewcedariyan pêk bîne. 

Komaleyê di çarçoveya projeya "Gund Gund, Dibistan Dibistan Şano-2" ya ku bi kordînasyona Walîtiya Bidlîsê tê kirin û di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Civakî ya Wezareta Pêşketinê de tê fînansekirin de, ji bo dibistanên gundan kampanya li dar xist. Komaleyê li gundê Hecî Mehmet ê ku 60 kîlometro dûrî navçeyê ye li mala ku kirine wek fêrgehê pirtûkxane ava kirin û ji zarokan re pirtûk birin. 

Endamên komaleyê kitêbxaneyên ku bi kamyonetê birin gund, ser pişta xwe kişandin fêrgehê. Fêrgeha ku zarok wir di bin şertên dijwar de perwerdeyê dibînin paqij kirin û pirtûkxaneyê amade kirin.

Haydar Yilmazê arîkarê serokê komaleyê û kordînatorê projeyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li gundê Hecî Mehmet welatiyek mala xwe da û fêrgehek hat avakirin di vê fêrgehê de jî pirtûkxaneyek hat avakirin. 

Yilmaz da zanîn ku Midûriya Perwerdeya Neteweyî ji bo ku li gund dibistan bê vekirin xebat da destpêkirin û wiha axivî: 

"Em ji dil û can dixwazin ku li vê gundê dibistanek bê vekirin. Me dît ku xwendekarên vir di nav şert û mercên dijwar de perwerdeya xwe berdewam dikin û ji bo ku em hinek arîkariya wan bikin me fêrgeh paqij kir, dolab cî kirin û pirtûkxane ava kir. Em spasiya Walî Orhan Ozturkê ku di van faliyetan de piştgiriya xwe ji me kêm nake dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın