Hunermend Ahmet Guneştekîn pêşangeha xwe ya takekesî ya dawî li Romayê vekir

Roma
Hunermend Ahmet Guneştekîn pêşangeha xwe ya takekesî ya dawî bi navê "Hûn ne li wir bûn" (Yoktunuz) li Romayê vekir.
Pêşangeha bi navê "Hûn ne li wir bûn" bi sponsoriya sereke ya Yildiz Holdingê û piştevaniya lojîstîk a Arkas Holdingê li Muzeya Hunerên Modern û Hevdem a Navneteweyî ya Romayî hat danîn.
Pêşangeha "Hûn ne li wir bûn" ya Guneştekîn, ku ji hêla Sergio Risaliti û Paola Marina ve hatiye kuratorîkirin û ji hêla Angelo Bucarelli ve hatiye derhênerîkirin.
Di vekirina pêşangeha takekesî ya herî dawî ya Ahmet Guneştekîn da karsazên wek Murat Ulker, Nezih Barut, Hamdi Akin, Fahrettin Ertik, Cem Hakko, Ali Sabanci, Fettah Tamince, Mehmet Tutuncu û Agah Ugur û gelek mêvanên karsaz û hunera Îtalyayê amade bûn.
Guneştekîn derbarê xebatên xwe da agahî da kesên ku beşdarî vekirinê bûn.
Di heman demê da, hate ragihandin ku du berhemên di pêşangehê da, "Lehidên Alfabeyê" û "Roja Heft Çavî", li koleksiyona daîmî ya muzeyê hatine zêdekirin û dê her tim werin pêşandan.
- Guneştekîn: "Ev çalakiyek hunerî ye ku me ji her alî ve serbilind dike"
Guneştekîn beriya vekirina pêşangehê ji nûçegihanê AAyê re axivî û destnîşan kir ku vekirina vê pêşangehê li erdnîgariya ku Ronesans lê ji dayik bûye û li yek ji muzexaneyên herî navdar ên cîhanê pir girîng e.
Guneştekîn wiha jî got, "Ez difikirim ku ev cara yekem e, hunermendek ji Tirkiyeyê li vir pêşangehekê li dar dixe. Ev di dîroka hunera me da yekem car e û pir giring e. Ez hêvî dikim ku ev yek ji niha û pê ve biguhere. Û hunermendên me êdî dê li muzeyên navneteweyî yên bi vî rengî pêşangehan li dar bixin."
Pêşangeha Hunermend Guneştekîn heta 28ê Îlonê ji bo ziyaretê vekiriye.