Çand û huner

Hejmara ziyaretvanên "Keçika Qereçî" gihîşt rojên beriya şewbê

Mehmet Akif Parlak  | 24.11.2021 - Rojanekırın : 30.11.2021
Hejmara ziyaretvanên "Keçika Qereçî" gihîşt rojên beriya şewbê

Gaziantep

 Muzeya Mozaîk a Zeugmayê ya Gazîentabê li rûyê dinyê ji muzeyên mozaîkê yên herî mezin yek e û di meheke dawîn da 60 hezar ziyaretvan ezimand.

Vekirina fermî ya muzeyê di 9ê Îlona sala 2016an da hat kirin û 25 hezar jê ser girtî li qadeke 30 hezar metreqereyî hat avakirin û di nav cihên ku turîstên xwemalî û biyanî herî zêde eleqeyê nîşan didin da ji cihên sereke yek e.

Di muzeya layiqê "Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê" jî hatibû dîtin da keçika qereçî, peykerê marsê, perçeyên ji Amerîkayê hatin anîn, resmê dîwar ê bi qasî 150 metreqereyî, kaniyên ji heyama Romayê û mozaîkên di koşkên li keviya Feratê bûn, tên nîşandan.

Ji ber şewba Kovîd-19ê muze demekî girtî ma û piştî asayîbûna bi merhele hejmara ziyaretvanên muzeyê di navbera 23ê Cotmeh-23ê Mijdarê da gihîşt 59 hezar û 560 kesî.

Bi zêdebûna ziyaretvanan va hejmara kesên hatin serdana muzeyê gihîşt rojên beriya şewbê.

Midûrê Muzeya Mozaîk a Zeugmayê Ozgur Çomak daxuyanî da nûçegihanê û got ku muze ji 1ê Hezîranê vir va vekiriye û wiha domand: "Hejmar gelek başe û em jê razî ne. Di nav meheke dawîn da nêzî 60 hezar kes hatin serdanê. Em roj heye 6 hezar û 500 ziyaretvanî qebûl dikin. Em wisa texmîn dikin ku di sala 2022an da wê hejmar zêdetir bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.