Çand û huner

"Harpût"a landika şaristaniyan ku di binê berfê da ma, mazûvaniya ziyaretvanan dike

İsmail Şen  | 15.01.2026 - Rojanekırın : 16.01.2026
"Harpût"a landika şaristaniyan ku di binê berfê da ma, mazûvaniya ziyaretvanan dike

Elazig

 Li Elezîzê taxa Harpûtê ya 4 hezar û 500 salî ye û şopa gelek şaristaniyan lê heye, bi dîroka xwe ya ku di binê berfê da maye û siruşta xwe va mazûvaniya ziyaretvanan dike.

Taxa Harputê di Lîsteya Mîrateya Berwext a Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire. Li gor vedanên arkeolojîk ên ku li Keleha Harpûtê dewam dikin, dîroka taxê heta 4 hezar û 500 sal berê diçe.

Keleha Harpûtê, Mizgefta Mezin, mizgeftên Sara Xatûn, Kurşunlu û Esadiyeyê, tirbe û avahiyên dîrokî di binê berfê da man. Mija ku li ser navenda bajêr û Gola Bendavê ya Kebanê çêbû jî bala ziyaretvanan kişand.

Waliyê Elezîzê Numan Hatîpoglu diyar kir ku bi ketina berfê ra Harpûtê "gerdeniya bûkaniyê li xwe kir" û bal kişand ser xweşikahiyên taxê.

Ziyaretvanan jî got ku ew di binê tesîra atmosfera menewî û dîmena wê da man.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın