Gobeklitepeya "cihê destpêka dîrokê" di 2025an da 781 hezar ziyaretvan ezimandin
Şanlıurfa
Li Şanliurfayê Gobeklitepeya ku di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye û bi 12 hezar sal raboriya xwe va wekî "cihê destpêbûna dîrokê" tê wesifandin, di 2025an da ji hêla 781 hezar kesî hat ziyaretkirin.
Şûnwarê dîrokî yê di 2018an da ji ziyaretê ra hat vekirin, wê salê ji ber xebatên çêkirina baniya parastinê, ji hêla 70 hezar kesî hat ziyaretkirin.
Şûnwarê dîrokî piştî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan, 2019 wekî "Sala Gobeklitepeyê" ragihand, li ser asta navneteweyî bal kişand û di eynî salê da ji hêla 412 hezar û 378 hezar kesî va hat ziyaretkirin.
Ji ber şewba Kovîd-19ê, 197 hezar û 912 kesî Gobeklitepe ziyaret kir. Her wiha di sala 2021ê da ji hêla 567 hezar û 453 kesî, di sala 2022yan jî ji hêla 850 hezar kesî hat ziyaretkirin.
Ji ber erdhejên navend Kahramanmaraş û bobelata lehiyê, di sala 2023yan da hejmara ziyaretvanên Gobeklitepeyê daket 317 hezar û 253 kesî û di sala 2024an jî hejmara ziyaretvanan dîsa zêde bû û derket 709 hezar û 643yan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
