Çand û huner

Galaya "Averê"ya fîlma nû ya Şener Şen hat kirin

Lîstikvan Şen: "Ji bo ku Yavuz Beg pir tîtîz e, amadehî ji zû va hat kirin. Me jî rêbazeke cuda şopand, me meh û nîvek berî kişandina fîlmê prova kir. Weke amadehiya lîstikeke şanoyê çêbû."

EKÎP  | 08.11.2017 - Rojanekırın : 09.11.2017
Galaya "Averê"ya fîlma nû ya Şener Şen hat kirin

Istanbul

ÎSTANBUL 

Galaya fîlma "Averê (Yol Ayrimi)" ku serlîstikvanê wê Şener Şen e, hat kirin.

Derhênerê fîlmê Yavuz Turgul e. Galaya wê li Kanyon AVMyê hat kirin.

Şener Şen daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û got ku 7 sal piştî "Demsala Nêçîrê (Av Mevsimi)" ji bo ku senaryoyeke baş hatiye ber, wî di vê fîlmê da rol hilda.

Şen wiha dewam kir: "Ji bo ku Yavuz Beg pir tîtîz e, amadehî ji zû va hat kirin. Me jî rêbazeke cuda şopand, me meh û nîvek berî kişandina fîlmê prova kir. Weke amadehiya lîstikeke şanoyê çêbû. Me qasî 2 mehan jî fîlm kişand."

Çîgdem Selişik Onata ku di fîlmê da wek diya Şener Şen dileyîze jî got ku wê ji bo Şen û Turgul teklîfa fîlmê qebûl kir.

Onatê got ev fîlm ji bo wê wek diyariyekê ye û wiha axivî: "Dema ez vegeriyam Tirkiyeyê min dixwest ez jiyaneke wek ya teqawîdbûyiyan bijîm. Min xwest ez ji bilî şano û lîstikvaniyê tiştên din bifikirim, lê jiyan tijî suprîz in. Boçika min girt û ez kişandim dinyaya fîlm, lîstikvanî û çîrokvegotinê."

- "Di salonên sînemayê de rewşeke biqalîte wê çêbibe"

Mert Firatê yek ji serlîstikvanê fîlmê ye jî got di vê fîlmê de rol girtin ji bo wî şansekî mezin e û hesteke pir xweş e.

Cem Yilmazê henekvan jî got wê fîlm demek berê temaşe kiriye û ev film wê di salonên sînemayê de wê rewşeke biqalîte derxe holê.

Yilmaz got filma bi navê "Ayla", ev film û çend fîlmên din fîlmên serkeftî ne û ji bo temaşevanan ev tiştekî baş e.

Cem Yilmazê ku bi lîstikvan Ozan Guven, Zafer Algoz û Ahu Yagtu va hat galaya fîlmê got Şener Şen û Yavuz Turgul soz dane wî ku ew havînê bi hev ra fîlmekê çêbikin.

Di fîlma bi qasî 150 deqîqeyî dewam dike da Rutkay Azîz, Nîhal Yalçin, Tîlbe Saran, Ruhsar Ocal û Defne Kayalar jî dileyîzin.

Ugur Îçbak derhêneriya dîmenê kir û Anjelîka Akbarê jî muzîkên fîlm amade kir.

Mijara fîlma bi çêkeriya Erol Avci hat kişandin bi kurtasî wiha ye:

Bavê Mazhar Kozanli (Şener Şen) jê ra karê tekstîlê wek mîrate hiştiye û ew jî ji bo pêşvebirina karê xwe bi dilhişkî û agresîf tevdigere. Mazhar rojekê qeza dike û ji nû va bi ser xwe da tê. Dibe ku bi vî awayî ji hemû barên xwe yên ji berê va li ser pişta wî ne jî xilas bibe. Lê ev guherîn qet jî hêsan nîne lewra di vê rêya cihêtiyê da malbata wî li dijî wî derdikeve. Mazhar ji bo biryara xwe ya guherînê yan wê berdêlekê bide, bigihêje armanca xwe û yan jî wê serî bitewîne. Di vê rêya nû da wê cihên nû hîn bibe û dostên nû nas bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın