Çand û huner

"Ferhenga Rojane ya Bi Biwêjan Ji Tirkî bo Ermenîkî" hat weşandin

Danerê Ferhengê Yetvart Kovan: "Ferhenf ji 30 hezar û 600 rêzikî pêk tê. Peyv, hevok û têgeh tê da hene. Nêzîkî 900 rûpelî berfireh e."

17.05.2016 - Rojanekırın : 21.05.2016
"Ferhenga Rojane ya Bi Biwêjan Ji Tirkî bo Ermenîkî" hat weşandin

Istanbul

ISTANBUL

Ferhenga Tirkî-Ermenîkî ya berfirehtir û rojane, bi navê "Ferhenga Rojane ya Bi Biwêjan Ji Tirkî bo Ermenîkî" hat weşandin.

Daner Yetvart Kovan der barê ferhenga xwe da ji nûçegihanê AAyê ra axivî û destnîşan kir ku cara yekê di sala 1996an da ferhengeke ku têgehên bazirganî, darayî û aborî di xwe da digire amade kiriye û wiha got, "Vê carê bi mebesta ku ermeniyên Tirkiyeyê jê îstîfade bikin, ez li ser biwêjên ermenîkî xebitîm. Ji ber ku biwêj û gotinên rûniştî hertim di zêhna mirovan da cih digirin û bi asanî nayên jibîrkirin. Eva ferhengeke klasîk nîne. Bi komek pendên pêşiyan hatiye berfirehkirin. Bi vî hawî zêdetir ê bala xwendevanan bikişîne."

Nivîskarê 90 salî Kovan anî ziman ku bi mebesta asankirina xwendinê, telefuza peyvan jî bi herfên latînî nivîsiye û got, "Ev xebat bi hawakî tiştekî yekemîn e. Ji 30 hezar û 600 rêzikî pêk tê. Peyv, hevok û têgeh tê da hene. Nêzîkî 900 rûpelî berfireh e. Herwiha bi fikra ku wê îstîfadeya wê hebe, min ingilîziya hinek têgehan jî xistiyê."

Yetvart Kovan bal kişand ser wê yekê jî ku 7 sal e li ser vê ferhengê dixebite û got, "Li Tirkiyeyê ermenî bi tirkî diaxivin. Ermenîkiya ermeniyên Ewropa û Tirkiyeyê zaravê Ermenîkiya Rojava, ya ermeniyên Ermenistanê û Îranê jî zaravê Ermenîkiya Rojhilat e. Min hinek cihan da peyvên herdu zaravan hevberî hev kirin. Mixabin ermeniyên Tirkiyeyê bi zimanê tirkî diaxivin. Bo nimûne îlanên mirinan û îlanên ayînên dêrê jî bi tirkî tên weşandin. Ji ber ku xwendina wê asantir e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın