Çand û huner

Di restorasyona Sûrên Diyarbekirê da hemû derî hatin restorekirin û pevxistin

Ahmet Kaplan  | 28.10.2021 - Rojanekırın : 03.11.2021
Di restorasyona Sûrên Diyarbekirê da hemû derî hatin restorekirin û pevxistin

Diyarbakir

Di restorasyona Sûrên Diyarbekirê ku ji aliyê UNESCO va wekî Mîrateya Çanda Dinyayê hat tescîlkirin da deriyê Urfayê jî hat restorekirin.

Ji bo restorekirina deriyên Mêrdîn (Mardînkapi), Dagkapi, deriyê Urfayê (Urfakapi) û Yenîkapiyê yên Sûrên Diyarbekirê, restoratorên Midûriya Rolove û Bîrdariyan a Diyarbekirê ya Wezareta Çand û Turîzmê par di meha mijdarê da xebat dabûn destpêkirin û ev xebat kuta bûn.

Piştî restorekirina Mardînkapi, Dagkapi û Yenîkapiyê, Urfakapiya ku 838 salî ye jî hat bicihkirin.

Midûra Şaxa Restorasyonê ya Midûriya Giştî ya Heyberên Çandî û Muzeyan Nermîn Uzunaliyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku xebatên Wezareta Çand û Turîzmê bê navber didomin.

Uzunaliyê daxuyand ku li sûrê di nav 2 salan da gelek xebat hatin kirin.

Uzunaliyê diyar kir dora sûrê ji avahiyên qaçax hat paqijkirin û wiha dewam kir, "Piraniya projeyên restorasyona Sûrê hat kutakirin. Di heman demê da deriyên sûran jî hatin restorekirin û paqijkirin."

Midûrê Rolove û Bîrdariyan ê Diyarbekirê Cemîl Koç jî got ku herî dawî deriyê Urfayê ku di nav deriyan yê herî bi îhtişam e jî hat pevxistin û xebatên wê yên restorasyon û konservasyoên hat kutakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın