Çand û huner

Di muzeya Şanliurfayê da xatireya "Muslum Baba"yê efsaneyê arabeskê nadin jibîrkirin

Müslüm Etgü  | 04.03.2026 - Rojanekırın : 05.03.2026
Di muzeya Şanliurfayê da xatireya "Muslum Baba"yê efsaneyê arabeskê nadin jibîrkirin

Şanlıurfa

MUSLUM ETGU - Ji nûnerên navdar ê muzîka arabeskê Muslum Gursesê ku heyranên wî wekî "Muslum Baba" dizanin, di salvegera 13emîn a wefata wî da li Şanliufaya bajarê wî di muzeya ku navê wî lê kirine da ji aliyê hezjêkerên wî va tê bibîranîn.

Gursesê ku li Şanliurfayê hatiye dinyayê, di 3yê Adara 2013an da li Stenbolê di nexweşxaneya ku lê tedawî dibû da mir, li ser navê wî di 1ê Cotmeha 2013an da "Muzeya Muslum Gurses" hat vekirin.

Şaredariya Karakopruyê nêzî 5 sal berê li Parka Yaşamê cihekî nû da çêkirin û muze barî cihê nû kirin.

Muslum Gurses bi şêwaza xwe ya taybet û stranên xwe va ji aliyê milyon kesan va hat hezkirin. Di muzeyê da gelek eşyayên taybet ên Muslum Gurses tên pêşandin û muze 13 sal e mazûvaniya mêvanên xwe dike.

Di muzeyê da peykerê hunermend ê ji mûma hingiv, alavên wî yên taybet ên wekî plakên kevir, band, alavên muzîkê, xelatên wî, wêneyên wî yên zarokatî û ciwaniyê, cil û bergên wî û solên wî tên pêşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.