Di dîroka Ayasofyayê da di çarçoveya xebatên nûkirinê da rûpeleke nû vedibe

Istanbul
Li Mizgefta Mezin ya Ayasofyayê ya 1486 salî ya ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da qeydkirî ye, pêvajoyên projeyê yên der barê sêwirandina tevahiya wê, modela avahîsaziyê, şert û mercên erd û ewlehiya erdhejê da qediyan.
Lijneya Zanistî ya ku ji bo Ayasofyayê hatiye avakirin kontrolên xwe temam kir û pêvajoyên sewirandinê dest pê kir.
Di encama tehlîl û lêkolînan da hat tesbîtkirin ku di qubeya sereke ya avahiyê da pêdivî bi xurtkirinê heye.
Ji ber vê, qubeya sereke di dîroka xwe da wê cara ewil evqasî bi berfirehî û kûr bê nûkirin.
Qube li dijî erdhejê wê bê xurtkirin û halê wê yê resen jî wê bê parastin.
Ji bo ku mozaîkên rûyê hundir zirarê nebînin xebat wê ji derva va bên meşandin. Telqeyên nixûmandinê wê bên rakirin û nûkirin.
Ji bo ku bandora hewayê çênebe û mozaîk bên parastin, qube wê ji bo demekê bi înşaeta polayê û brandayeke taybet va bê nixûmandin.
Di xebatan da ji bo ku îbadet û xebatên nûkirinê hevdem bimeşin platformeke pola ya ku 43,5 mêtro bilind û li ser 4 kolonan hatiye çêkirin wê bê avakirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.