Di 9 rojan da 22 hezar kesî Keçika Qereçî ziyaret kir
Di rojên betlaneya Eyda Remezanê da 22 hezar û 788 kesan Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ya li Gazîentabê ziyaret kir. Li muzeyê mozîaka li dinyayê tê naskirin a bi navê "Keçika Qereçî" jî cî digre û muze ji hêla mozaîkan va muzeya herî mezin a dinyayê ye

Gaziantep
Di 9 rojên betlaneya Eyda Remezanê da 22 hezar û 788 kesan Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ya li Gazîentabê ziyaret kir. Li muzeyê mozîaka li dinyayê tê naskirin a bi navê "Keçika Qereçî" jî cî digre û muze ji hêla mozaîkan va muzeya herî mezin a dinyayê ye.
Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ji vir 7 sal berê li ser 30 dolim erdî hat avakirin. Turîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî muzeyê didin.
Li muzeya ku "Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê" sitandibû mozaîka "Keçika Qereçî", "pêykerê Mars", kaniyên heyama Romayê, mozaîkên bêhempa yê ji kolana li rexê Çemê Feratê hatibûn derxistin cî digrin.
Li muzeyê 12 parçeyên Keçika Qereçî yên winda bibûn ên piştî 52 salan ji Amerîkayê paşda hatin sitandin jî tên nîşandan. Di van demên dawîn da ziyaretvanên tên bajêr herî zêde li vê muzeyê digerin.
- Destpêka rotaya turîzma herêmê Gazîentab
Emîne Oturka Midûra Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sala 2019an wekî "Sala Girê Mirazan" hat îlankirin û li ser vê di turîzma herêmê da qerebalixî çêbû.
Ozturkê destnîşan kir ku Gazîentabê jî ji vê qerebalixiyê nesîbê xwe hilda, ziyaretvanên tên bajêr li Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê digerin, muze hem ji bi bajêr hem jî ji bo welêt bû marqeyeke mezin.
Ozturkê got bi armanca pêşxistina nirxên turîzmê û berhemên dîrokî yên li Tirkiyeyê biryar dan ku li Gazîentab, Şanliurfa, Diyarbekir, Mêrdîn û Adiyemanê xebatan bikin û wiha axivî: "Em jî li serê rotaya çandê ya herêmê cî digrin. Gelek şaristanî li Gazîentabê hatine avakirin ji ber vê jî berhemên çandî û dîrokî li vê derê zêde ne."
- Di 9 rojan da 22 hezar ziyaretvan
Ozturkê got ku her diçe hejmara ziyaretvanên Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê zêde dibin û wiha pê da çû: "Di 9 rojên betlaneya Eyda Remezanê da ziyaretvanan eleqeyeke mezin nîşanî muzeyê dan. Hetanî vê gavê herî zêde di vê betlaneyê da muze hat ziyaretkirin. 22 hezar û 788 kesan Muzeya Mozîkan a Zeugmayê ziyaret kir. Ji 1ê rêbendanê hetanî nika bi tevahî 151 hezar û 215 ziyaretvatin muzeyê. Bi rastî ev hejmareke zehf zêde ye. Ji ber vê jî hedefa me ew e ku di salekê da milyonek ziyaretvan werin dîtina muzeyê. Înşaellah em ê bigihêjin vê reqemê."