Çand û huner

Di 14 salan da 3,5 milyon kesî serdana Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê kir

Adsız Günebakan  | 09.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Di 14 salan da 3,5 milyon kesî serdana Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê kir

Gaziantep

ADSIZ GUNEBAKAN - Li Gazîentabê Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ku gelek berhemên giring di serî da mozaîka "Keça Qereçî" lê ye, ji 9ê îlona 2011an ku hat vekirin va 3 milyon û 536 hezar û 460 kesî serdana wê kiriye.

Li Bajarê Kevnar ê Zeugmayê yê nêzîkî taxa Belqîs a ser bi navçeya Nizîbê, di vekolanên rizgarkirinê yên ku sala 1998an hatibûn destpêkirin da gelek berhemên weke mozaîka "Keça Qereçî", "Peykerê Marsê" derketin ser rûyê erdê.

Wezareta Çand û Geştiyariyê bi mebesta nimayişa berheman bi têgihiştina muzevaniya serdem, li navçeya Şehîtkamîlê li ser rêya hevrîşim, li ser rûberekî giştî yê 30 hezar metreçargoşeyî, ku 25 hezar ji wê sergirtî ye, Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ava kir.

Muzeya ku di 9ê Îlona 2011an da bi merasimekê hate vekirin, her wiha holên pêşangeh û konferansê lê hene ku çalakiyên çandî û hunerî lê tên lidarxistin.

Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ku yek ji mezintirîn muzeyên cîhanê ye, xwediyê xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê ye.

Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê ji 9ê îlona 2011an ku hat vekirin va 3 milyon û 536 hezar û 460 kesî serdana wê kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.