Di êrîşên Îsraîlê da hinek jê yên di dora sitandina alîkariyê da, 32 kes hatin kuştin

Gazze
Di êrîşên artêşa Îsraîlê da ku ji serê sibehê va li dar dixe, hinek ji wan kesên ku di dora sitandina alîkariya mirovî da bûn, bi giştî 32 Filistîniyan canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên tenduristiyê û şahidan hat sitandin, hêzên Îsraîlê li Xezeyê ji bilî xaniyan û konên Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne, qadên ku sivîl lê dicivin jî dike armanc.
Leşkerên Îsraîlê sivîlên ku nêzîkî Korîdora Neetzarimê ya dikeve başûrê Xezeyê, ketibûn dora sitandina alîkariya mirovî kirin armanc.
Di êrîşê da 11 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li taxa Zeytûnê jî xaniyek hat bordûmankirin û di encamê da 3 Filistînî hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.
Li Kampa Penaberan a Mexaziyê ya li naverasta Xeta Xezeyî jî li dijî xaniyekî êrîş hat lidarxistin û di encamê da 10 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li herêma Mewasiya Xan Yûnisê jî di encama êrîşa Îsraîlê ya li dijî 2 konan da 8 kesan canê xwe ji dest da.
Di encama êrîşên Îsraîlê da yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan va berdewam in, herî kêm 55 hezar û 493 Filistînî hatin kuştin û 128 hezar û 320 kes jî birîndar bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.